​​​​​​​Ciwanên Dêrazorê: Bi têkoşîna xwe em dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin

Ciwanên Dêrazorê diyar kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye û da zanîn ku ew dê tê bikoşin û li ber xwe bidin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Malik El Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û wiha domand: “Dewleta Tirk armanc dike ku vîna Rêber Abdullah Ocalan û gelên azadîxwaz bişkîne, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawesrîne û projeya wê têk bibe ku gelê herêmê kir ye û ji terorê rizgar kir.”

El Mihemed destnîşan kir ku ciwan dê banga  azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin heta ku bi dest bixin û got: “Em dê fikrê wî di nava civakê de belav bikin.”

El Mihemed da zanîn ku ew dê bi rêya perwerdeyê xwe bi rêxistin bikin û li hember şerê taybet ê ku li dijî şêniyên herêmê tê meşandin, bisekinin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku bi rêya siyasetên xwe civakê parçe bike.”

Rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya rojavayê Dêrazorê, Elî El Hesen wiha got: "Fikrê Rêber Abdullah Ocalan di mêjiyê me de ye û dê bixebitin ku vê fikrê pêk bînin û dê li tevahî cîhanê belav bikin."

El Hesen bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

El Hesen di dawiya axaftina xwe de soza berdewamkriina têkoşîn û berxwedanê da ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest bixin.

Ji sala 1999`an ve, Rêber Abdullah Ocalan li hember tecrîdeke girand e ku li ser hatiye ferzkirin, berxwedaneke dîrokî nîşan dide.

Hêjayî gotinê ye ku parêzerên Rêber Abdullah Ocalan di 2'yê û 22'yê Gulanê, 12'ê û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de pê re hevîtinên pêk anîne û ji wê demê ve Rêber Abdullah Ocalan nedîtine.

 (dm)

ANHA


Mijarên Din

Li Firatê meşa ciwanan