Ciwan: Li hemberî gefan em ê li ber xwe bidin

​​​​​​​Ciwanên navçeyê Dirbêsiyê gotin: "Em ê li kêleka QSD'ê di xendeqekê de li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" bi êrişên xwe yên li ser herêmên hewl didin qada dagirkeriya xwe berfireh bikin. Di rojên dawî de rayedarên dewleta Tirk a dagirker gefên pêkanîna êrişên dagirkirinê li dijî Dêrik û Şengalê xwarin.

Ciwanên navçeya Dirbêsiyê gotin ku ew ê li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û rê nedin ku devereke din a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

'EM Ê BI QSD'Ê RE LI BER XWE BIDIN'

Jina ciwan a bi navê Cûd Mîrzo got ku armanca dewleta Tirk a dagirker a gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê îradeya gelê Kurd bişkîne û gel bitirsîne, her wiha ji bo sînaryoya li Efrîn û Girê Spî û Serêkaniyê dûbare bike.

Cûd Mîroz diyar kir ku dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd bişkîne, ji ber ku gelê Kurd gelekî berxwedêr e û her tim ji bo pêkanîna zarokên xwe yên şehîd kar dike.

Her wiha destnîşan kir ku ciwan dê nehêlin dewleta Tirk a dagirker komkujiyên din li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û got: "Em ê di xendeqekî de li kêleka QSD'ê li ber xwe bidin."

'TEVLIHEVHÎ ŞERÊ TAYBET E'

Ciwanê bi navê Sewend Şêx Salih jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim gefan li gelê Kurd dixwe û got: "Armanca sereke ji van gefan belavkirina tirsê di nav gel de ye, ji ber ku dewleta Tirk şerê taybet li dijî gelên herêmê dimeşîne."

Şêx Salih diyar kir ku gelê Kurd xwedî tecrube ye û ji bo parastina mafên xwe li ber xwe da, nemaze piştî serkeftin û destkeftiyên ku li Rojava bi dest xistine û got: "Ji ber vê yekê ji gefên vala yên dewleta Tirk natirse."

Sawend Şêx Salih îşaret bi berxwedana li Şengalê kir û ev tişt diyar kir: "Civaka Êzidî piştî sala 2014'an xwe bi rêxistin kir û hêza xwe leşkerî ji ciwanên xwe ava kir û dê nehêle sînaryoya sala 2014'an dûbare bibe."

Stêra Ehmed jî da zanîn ku ew ê rê nedin dewleta Tirk ku herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê dagir bike û got: "Em ê li ber xwe bidin."

Stêra Ehmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin.

ANHA


Mijarên Din