Ciwanan salvegera rizgarkirina Reqayê pîroz kir

​​​​​​​Ciwanên Reqa û Tebqayê bi meşekê salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz kir.

Bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, Meclisa Ciwanên bajar û gundewarên Reqayê meşek li dar xist. Meşa bi sedan ciwanên Reqa û Tebqayê tev lê bibûn ji gundê Kirsa Şêxa Cuma a dikeve rojavayê Reqayê dest pê û li çerxerêya Saa bi dawî bû.

Ciwanan alek dirêj a QSD'ê vekiribûn, û diruşmeyên silavkirina berxwedana QSD'ê berz kirin û dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Li çerxerêya Saa ya naverasta bajêr, enadma Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Fatima El-Casim axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anî û berxwedana şervanên QSD'ê silav kr, her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

ANHA


Mijarên Din