Ciwanan Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan

Ciwanên kantona Qamişloyê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Bi dirûşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" îro li Qamişloyê ciwanên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandanê li pêşiya Çerxerêya Nebî Horî ya taxa Enteriyê ya Qamişloyê dest pê kir. Beşdaran alên Tevgera Civaka Demokratîk, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û Partiya Sûriya Pêşerojê rakirin.

Li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan endamê rêveber ê ciwanên TEV-DEM’ê Hogir Elî axivî û got: "Wekî hûn dizanin ev demeke dirêj e tecrîd li ser rêber Abdullah Ocalan heye û gelek caran parêzeran bang li dozgeriya Tirkiyê kiriye ku bi Rêbertî re bicivin, lê dîsa jî red dike."

Hogir Elî da zanîn ku artêşa Tirk bi hevkariya PDK`ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Hogir Elî wiha dewam kir: "Em ciwanên TEV-DEM’ê em ê li dijî van êriş û komkujiyên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêk tînin, li ber xwe bidin."

Hogir Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim bi balafiran û bi hevkariya PDK`ê, êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dike.

Hogir Elî bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Li pêş çavên cîhanê artêşa Tirk êrişî xaka me dike û bajarên me dagir dike, lê dîsa jî tu dewletên cîran dengê xwe nakin."

TIRBESPIYÊ

Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê îro daxuyaniyek da.

Bi dehan endamên tevgerê û ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Yekitiya Jinên Ciwan li pêşiya navenda Kongra Star a navçeyê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Tirbespiyê Hisên Şêx daxuyanî xwend û tê de ev tişt hate gotin: "Piştî gefên dewleta Tirk ên dawî, divê em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destek bin, ji ber ku me tevahî dike armanc."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ew ê ciwan li dijî mêtingeriya Tirk meşaleyên têkoşîn û berxwedanê rakin û di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker ê li çiyayê Kurdistanê de dê piştgiriya gerîla bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li dewletên Ewropayê û civata navneteweyî hate kirin ku li dijî dewleta Tirk û timayên wê yên li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tedbîrên pêwîst bigirin ji ber ku planên mêtinger in û hewl dide tevahiya herêmên derdorê dagir bike.

Daxuyanî bi sloganên "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din