Ciwanan li Kobanê salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir

Ciwanên şoreşger ên herêma Firatê bi boneya salvegera 43'an a damezirandina PKK'ê şahiyek li dar xist û daxuyaniyek da.

Bi boneya 27'ê Mijdarê salvegera 43'an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriya ya herêma Firatê şahiyek li bajarê Kobanê dar xist.

Destpêka şahiya, endama rêveber a tevgerê Tolîn Şêx Ehmed daxuyanî xwend û got: "Dema em behsa PKK'ê dikin, em behsa destekftiyên bi sedên salan dikin. Divê em jî bîr nekin ku serkeftinên ku fermandarên vê partiyê pêk anîne, xwedî roleke girîng di berxwedana li hemberî de bûn.

Rihê berxwedanê ku gelên herêmê heya roja îro mîras girtine berhemên keda  şehîdên  mîna şehîd Mezlûm, şehîd Mahsûm û şehîd Egîd.  Îro hêzên dagirker û hegemon hewl didin şoreşên gelan derbe bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi PDK'ê ya xayîn re ji sedên salan ve hewl didin şoreşê û destkeftiyên wê derbe bikin û komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk bînin.

Piştî ku civaka Êzidî herêma xwe ji terora DAIŞ'ê rizgar kir, Barzanî bi dewleta Tirk a dagirker careke din hewl dide êrişî çiyayên bi xwîna şehîdan rizgar bûne, bikin."

Piştre, li gel stranên folklorî xelekên govendan hatin gerandin.

Şahî bi berzkirina diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê û banga mezinkirina têkoşînê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din