Ciwan Mistefa: Em ê qedexeya giştî li herêma Cizîrê ragihînin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Bakur û Rohilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got kesên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronavîrusê ketine, piraniya wan bi balafirgeha Qamişlo derbasî herêmê bûne û wiha dewam kir "Em ê qedexeyeke giştî li ser herêma Cizîrê ragihînin da ku em rewşê bixin bin kontrolê."

Têkildarê çawaniya derbasbûna Koronavîrusê (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha tedbîrên ku wê bên girtin li gorî rewşa heyî, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ji ANHA’yê re axivî.

Mistefa da zanîn ku sedema derbasbûna nexweşiya Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê balafirxaneya Qamişloyê ye û got: "Me hemû hewldan kirin ku em wê balafirxaneyê bixin bin kontrolê û kesên ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin bi rêya balafirxaneyê di kontrola tenduristiyê re derbas bibe."

Ciwan Mistefa diyar kir ku hemû hewldanên wan bi rayedarên ku li balafirxaneya Qamişloyê dimînin re, bi ser neketin û wiha dewam kir: “Ev yek bû sedem ku kesên bê kontrol derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, di dawiyê de kesên hatin ragihandin ku bi Koronavîrusê ketine, piraniya wan bi rêya balafirxaneya Qamişloyê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne."

Mistefa wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev jî dide xuyakirin ku sedemên nekontrolkirina wan kesên ku derbasî herêmê dibin, ew kes bi xwe ji milê rejîmê ve derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin kirin, ji ber vê yekê êdî tedbîrên ku hatin girtin nema têra rewşa heyî dikin û êdî li herêmê korona belav bû."

Mistefa li ser sedema belavbûna Koronavîrusê di nava herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da zanîn ku sedema ku hişt hejmara nexweşan zêde bibe, ew e ku kesên ku bi vîrusê dikevin hemû nîşaneyên nexweşiyê lê xuya nakin û wiha domand: "Hejmareke mezin ji kesên ku bi wan re dan û standin kirine, nîşaneyên nexweşiyê li ser wan dernakevin, lê bi xwe jî bi Koronavîrusê ketine û belav dikin. Ev yek jî sedema derengmayîna derketina encamên testê ye ku dihêle vîrus bi rehetî belav bibe."

Ciwan Mistefa diyar kir ku ew li ber tedbîrên nû ne û ev agahî dan: “Êdî em neçar in biryarên hişktir ragihînin, em ê qedexeyeke giştî li ser herêma Cizîrê ragihînin hetanî em karibin rewşên Koronavîrusê bixin bin kontrolê da ku werin naskirin û em wan ji civakê veqetînin.”

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser sedemên ku nahêlin şênî bi vê rewşê re alîkar bin, da zanîn ku ji ber demeke dirêj e vîrus derbasî herêmê nebû û hemû gel bi rehetî û xemsarî nêz bûn û wiha pê de çû: "Cidiyeta nexweşiyê hat jibîrkirin, êdî gel jî bi rehetî nêzî vê vîrusê dibe, ev sedemeke sereke ye ku êdî piştî derbas bûye jî gel bi vî rengî nêzî vîrusê dibe, lê qonaxa li pêşiya me qonaxeke pir xeternak e. Vîrus di nav me de belav bûye."

Li ser mijara destekdayîna Rêxistina Tenduristitê ya Cîhanê (WHO) Ciwan Mistefa da zanîn ku ji destpêkê heya niha ji bo nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê WHO’yê ve hejmareke baş ji alavên tenduristiyê yên giştî hatin dayîn û got: "Lê ji bo Koronavîrusê ew alîkariyên pêwîst ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re heyanî roja îro nehatine şandin. Bi taybet piştî belavbûna Koronavîrusê pêwîstiyeke mezin heye, êdî erka WHO’yê ye xwedî li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve.”

Hevserokê Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku bi cidîyet nêzî vê qonaxê bibin û bal kişand ser vê xala girîng: "Dibe ku her kes bi vê nexweşiyê bikeve, ji ber vê yekê da ku em qurbaniyên mezin nedin divê em baş nêzî vê qonaxa xeternak bibin û em xwe biparêzin.”  

ANHA 


Mijarên Din