Ciwan Mistafa: Kesên dikevin herêmê testa PCR`ê jê re tê çêkirin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) wan hemû tedbîrên pêwîst wekî zêdekirina çavdêriya li nuqteyên tenduristiyê yên li dergehên sînorî û çêkirina testan ji kesên berê xwe didin herêmê re, girtine.

Li seranserê cîhanê metirsiyên belavbûna Koronavîrusê hene, piştî ku di mehên borî de li piraniya welatên cîhanê belav bû. Vê yekê hişt ku hikumet û rayedarên dewletan tedbîrên zêdetir bigirin û ji nû qedexeya derketinê ferz bikin.

Piştî ku hikumeta Sûriyê biryara vekirina dergehên sînorî û balafiran bi dewletên cîran re ku hin ji wan vîrus lê belav e da, li herêm û bajarên di bin serweriya rêveberiya hikumeta Sûriyê de vîrus bi awayekî ber bi çav belav bû. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewbê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, Rêveberiya Xweser biryarnameyek derxist û ragihand ku ji 13`ê Tîrmehê ve dê hemû dergehên sînorî bên girtin. Rêveberiyê her wiha tekezî bi girîngiya dûrketina civakî kir.

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê hewl dide hin tedbîrên xweparastinê bigire. Têkildarî mijarê, ANHA`yê bi hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa re  hevpeyvînek çêkir.

Ciwan Mistefa îşaret pê kir ku wekî tedbîreke pêşîlêgiritna belavbûna şewba Korona li herêmê, wan çavdêriya li nuqteyên tenduristiyê yên li dergehên sînorî zêdetir kirine. Kesên dikevin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jê derdikevin, rastî testên tenduristiyê tên.

Mistefa wiha da zanîn: "Dê hemû kesên di dergehên sînorî re berê xwe didin herêmê rastî testên tenduristiyê bên, lê ev yek kesên ku di nava 24 saetan de rastî testa PCR`ê hatine nagire nava xwe."

Testa PCR yek ji testên herî zêde li nexweşxaneyan ji bo diyarkirina cureya vîrusa di laşê mirovan de, tê kirin e. Her wiha ji bo teşxîskirina vîrusa (covid-19) tê bikaranîn û dikare asta belavbûna vîrusê û asta başiya nexweş diyar bike.

Li ser amadekariya nuqteyên tenduristiyê û navendên karantînayê jî, Ciwan Mistefa wiha diyar kir: "Ji destpêka aloziyê ve, me navendên karantînayê amade kirin. Heke rewşeke nexweşiya bi vîrusê derkeve, piraniya navendan amade ne. Pêdiviyên hemû navendan hatin peydakirin."

Li kantona Qamişlo ya bakurê Sûriyê labratiwareke taybet bi çêkirina testa PCR`ê heye, ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Di vê derbarê de tîmên taybet hatine avakirin da ku nimûneyan bibin labratiwarê û testên pêwîst çêbikin.

Ciwan Mistefa diyar kir ku pêwîst e şênî hemû tedbîrên xweparastinê û yên pêşîlêgirtina belavbûna şewba Korona li herêmê, bigirin û wiha got: "Vîrus sînor û welatan nas nake, dikare  bi hêsanî li herêmê belav bibe."

Ciwan Mistefa di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku heke nexweşên vîrusê li herêmê derkevin, dê tedbîrên girantir bigirin û qedexeya derketinê li tevahî herêmê ferz bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din