Ciwanê ku dagirkeran ew birîndar kiribû, jiyana xwe ji dest da

Suleyman Cemîl Îbrahîm ê ku dema şewata zeviyan vedimirand  ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li gundê Burc Heyder ê Şêrwayê bi cih bûn, li gelek gundan zeviyên çandiniyê dan ber agir.

Hêzên dagirker şêniyan ku şewata bi zeviyan vedimirandin topbaran kirin. Ji ber topbaranê ciwanê bi navê Suleyam Cemîl Îbrahîm ê 22 birîndar bibû.

Suleyam ê nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê tedawî dibû ji ber rewşa wî ya giran tev hemû hewldanên bijîşkan jiyana xwe ji dest da.

ANHA


Mijarên Din