Civînên Astanayê di 1 û 2`yê Tebaxê de li dar dikevin

Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê ragihand ku gera 13`mîn a dan û standinên Astanayê ya têkildarî rewşa Sûriyê, dê li paytexta Kazakistanê Nûrsultan di 1 û 2`yê meha Tebaxê de were lidarxistin. Dan û standin wekî cara yekem, dê bi beşdariya 2 şandeyên ji Lubnanê û Iraqê were lidarxistin.

Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê bi daxuyaniyekê got: "Bajarê Nûrsultan gera 13`mîn a komcivîna navdewletî ya der barê rewşa Sûriyê di bin bane Astanayê de pêşwazî dike, beşdarbûn ji dewletên garantor ku ew jî Îran, Rûsyayê û Tirkiyê ne, her wiha hikumeta Sûriyê û opozîsyona Sûriyê ya çekdar hatiye plankirin."

Di vê derbarê de komcivîn dê alîkariyê bi birêvebirina diyalogê re bike, ew wekî çavdêr û nûnerên payebilind ên Neteweyên Yekbûyî û Urdinê ne, her wiha Lubnan û Iraqê yên ku cara yekemîn ku beşdarî proseya Astanayê dibin.

Têkildarî gera ku dê were lidarxistin, dê balê bikişîne ser nûtirîn geşedanên li Sûriyê û bi taybet ên li Idlib û bakurê rojhilatê welêt, bergiriyên di encama xurtkirina baweriya di navbera aliyên bi nakok de û livandina proseya siyasî, di nav de jî doza avakirin û destpêkirina xebata komîteya destûrî ye."

Tê payîn ku di 1’ê meha Tebaxê de rêzeşêwirên wekî destpêkirina dualî û piralî werin pêkanîn, di nav de jî beşdariya hikumeta opozîsyona Sûriyê ye, her wiha dê di 2’yê meha Tebaxê de jî rûniştina giştî were lidarxistin.

(eh)


Mijarên Din