Civînek veşartî di navbera MÎT û ENKS’ê de

Di civîneke veşartî de ku di navbera dewleta Tirk û ENKS û muxalefeta Sûriyê de hatiye li darxistin de tê îddîakirin ku, herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bê dagirkirin û piştre jî serweriya herêmê radestî ENKS’ê bê kirin.

Derket holê ku bi pêşengiya rayedarên dewleta tirk a dagirker di nava wan de ENKS jî heyî, civîn bi muxalifên Sûrî yên girêdayên dewleta tirk a bi navê “Koalisyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê” pêk aniye. Di civînê de li ser navê ENKS’ê Abdulhekîm Beşar û li ser navê kolasyona opozisyonê emîndarê giştî û serbazê veqetiyayî Abdulbasît Abdulatîf amade bûne, di civînê de hatiye gotin ku, “ Divê em PYD’ê weke terorîst bi nav dikin û piştî operasyonek îhtîmal a li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê divê herêm ji PYD’ê bê standin û dewrê ENKS’ê bê kirin. Her weha divê piştî dagirkirina Rojava heremê radestî ENKS’ê bê kirin”

Di demekê ku ji bo di navbera Encumena Niştîmanî Kurdî li Sûrî (ENKS) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de diyalog bê çêkirin, ji aliyê Fransa ve hewildanek tê kirin de, derket holê ku bi pêşengiya rayedarên dewleta tirk a dagirker di nava wan de ENKS jî heyî, civîn bi muxalifên Sûr yên girêdayên dewleta tirk a bi navê “Koalisyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê” de pêk hatiye. Di belgeya civînê de axaftinên Ebdulhekim Beşar ku li ser navê ENKS’ê tevlî civînê bûye balê dikşîne.

Li gor belge û wêneyên ku di tora civakî de ji aliyê gelek kesan ve tê parvekirin de, tê diyarkirin ku di 27’ê tîrmehê de (27.07.2019) bi pêşengiya îstîxbarata dewleta tirk a Teşkîlata Îstîxbarata Milî (MÎT) de li Stenbolê bi pêkhateyên qaşo muxalifên Sûriyê yên girêdayên dewleta tirk a bi navê “Koalisyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê” civînek hatiye çêkirin. Tê gotin ku civîn li ser daxwaza ENKS’ê, bi pêşengiya MÎT’ê hatiye çêkirin û civîna li ser mijara “Rewşa heyî ya Efrînê û xûrtkirina xebatên di heremê de tên meşandin”, Cigirê Serokê ENKS’ê Abudilhekîm Beşar, Sekreterê Giştî yê koalsyona opozisyona Sûriye Abdulbasît Abdulatîf û endamên lîjneya rêveberiya ENKS’ê Nazir Hakim, Abdullah Kado û Endamê desteya rêveber a ENKS’ê Fêsel Yûsuf, tevlî bûne.

Ji nava hêzên opozisyona Sûriye û kesên ji Efrînê jî, girûpa Mehmûd Nûh , girûpa Wecîh Ereb, sekretêra Wecîh Ereb a bi navê Henan, Sêf EbûBekir, Enes ElŞêx Wês, fermandarekî çeteyan Ehmed Berî , Neqîb Mustefa , ElZîr girûpa Sultan Murad, Wa’îl ElSeyîdî û Ebû Ibrahîm ElTewîl ji meclisa Babê, amade bûn.

Beşar: PYD’ê terorîste

Di civîna ku li ser pêşketinên dawî ya li ser heremê jî hatiye nîqaşkirin de, rêveberên ENKS’ê, hin hiqûqnasên Efrînî yên li Tirkiyê rûdinên û heyeteke “ronakbîr” dawetê civîna tê gotin kirine. Di civînê de axaftina ku demekê serokatiya ENKS’ê jî dikir Sekreterê Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDKS) yê berê Abdulhakîm Beşar bal dikişîne.

Beşar ku weke rayedareke MÎT’ê an jî berdevkê dewleta tirk e diaxive, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) weke ‘terorîst’ bi nav dike û dibêje; “Divê Kurdên Sûriyê destek nedin PYD (bi PYD re nebin alîkar). Beşar, di berdewama axaftina xwe de destnîşan dike ku ew nikarin erdnîgariyê biguherînin û got : “Wek e Kurdên li Sûriyê, emê bi Tirkiyê re têkiliyên xwe baş bikin û bi hemû pêkhateyên li Sûriyê re jî di nava diyalogê de bin.”

“Piştî operasyoneke îhtîmal a li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê divê herêm radestî ENKS’ê bê kirin”

Piştî axaftina Ebduilhekîm Beşar, emîndarê giştî yê opozisyona Sûriye Abdubasît Abdulatîf jî piranî gotinên kesên ji Efrînê hatine dinirxîne û dibêje; “Divê civînên wiha zêdetir bên lidarxistin. Zehmetî encax bi vê rengî dikarin derbas bikin. Tiştên li vir tên axaftin û daxwazên kesên ji Efrînê hatine jî, ji rayedarên dewleta tirk re bên ragihandin.”

Kesên ku ji Efrînê tevlî civînê bûne jî piranî li ser rewş û pêkûtiyên komên çete yên girêdayên dewleta tirk axivîne. Derbarê mijarê de ev tişt hatine gotin: “Rêveberên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine tayînkirin hemû karên nelirêtî û diziyê dikin. Ev jî dihêle îmajek nebaş çêbibe. Kiryarên van koman hem li ser Koalisyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê, hem ENKS û hem jî dewleta tirk dibe mal û zirarek mezin dide. Her wiha ev kiryar destê PYD’ê jî xûrtir dike. Dixwazin pêşî li vê yekê bê girtin. Daxwaza din jî ew e ku divê bi çek kirin bê kontrolkirin.”

Li gor hin agahiyên din ên ji civînê derketine jî ew e ku rêveberên koalisyonê û yê ENKS’ê diyar û daxwaz kirine ku piştî êrîşeke dagirkirinê ya îhtîmal a li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê rêveberiya heremê ji PYD’ê bê girtin û radestê ENKS’ê bê kirin.


Mijarên Din