Civîna yekemîn a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Kongreya Star civîna yekemîn a rêxistin, tevger û partiyên siyasî yên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bi dawî kir.

QAMIŞLO

Rêxistin, tevger û partiyên siyasî yên jin ên Bakur û Rojhilkatê Sûriyê  bi druşmeya ‘Bi yekîtiya jina azad em ê civakek demokratîk û azad ava bikin’ civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Civîn bi armanca nîqaşkirina rewşa jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hola Zana ya taxa Kornîş a bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Beşdaran rewşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyên civakî, rêxistinî, siyasî û hwd ve, bandorên neyînî yên hişmendiya DAIŞ`ê li ser jinan, şêwazên pêşxistina jinê û xilsakirina wê ji wan bandoran gotûbêj kirin.

Civîn bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî wiha ye;

`Bi însiyatîfa Kongreya Star bi armanca danîna makenzîmeya karê hevpar ji jinê re û ji bo parastina destkeftiyên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî gelek hevdîtinan bi rêxistinan jinan ên partiyên siaysî, rêxistinên jinan û nûnerên tevahiya pêkhateyên herêmê, civîna yekemîn a jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo di 13-3-2019`an de li dar ket.`

Di civînê de nûnerên 21 partiyên siyasî, nûnerên 33 rêxistinên jinan û meclisên jinan, Koordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Meclisa Jin a Sûriyê amade bûn. Civîn bi dirûşmeya `Bi yekîtiya jina azad em ê civakek demokratîk û azad ava bikin` li dar ket.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê dîwana civînê ji 5 hevalên jin hate avakirin. Beşdaran girîngiya vê gavê nîqaş kirin û tekez kirin ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rolek pêşeng lîstiye.

Piştî gelek nîqaşan beşdaran li ser binavkirina vê rêxistinê bi navê `Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê` li hev kirin.

Di dawiyê de komîteyek amadekar ji 9 endaman ji nûnerên pêkhate, rêxistinên jinan hate avakirin da ku belgeyên pêwîst ji meclisê re amade bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din