​​​​​​​‘Civîna rejîma Sûriyê û Tirkiyê li ser hesabê gelên Sûriyê ye’

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nisredîn Ibrahîm got: “Civîna li Moskowê di navbera rejîma Sûriyê û Tirkiyê de çêbû, li ser hesabê gelên Sûriyê ye. Çareseriya aloziya Sûriyê di diyalogên Sûrî- Sûrî de ye.”

Roja duşemê bi însiyatîfa Rûsyayê di navbera dewleta Tirk û Sûriyê de li paytexta Rûsya-Moskowayê civînek “ewlehiyê” hate lidarxistin. Saziyên ewlekariyê û saziyên îstixbarata Tirkiyê û yên rejîma Sûriyê beşdarî civînê bûn. Dewleta Tirk û Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi dizî civînên xwe li dar dixistin, lê vê carê eşkere bi rê ve birin.

Têkildarî nêrînên partiyên siyasî yên kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji lidarxistina civîna ewlekariyê ya di navbera îstixbarata Tirkiyê û rejîma Sûriyê ku li Moskovê hate lidarxistin, ajansa me hevdîtin bi sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nisiredîn Ibrahîm re çêkir.

Nesireldîn Îbrahîm têkildarî civînê wiha got: “Di rastiya xwe de rêxistinên li dijî gelê Kurd û yên ku Kurdistan dagirkirine, amade ne her tiştî bikin. Isbata vê yekê jî civîna Moskovê yên ku beriya çend rojan di vê çarçoveyê de hate lidarixstin, e.

Îbrahîm axaftina xwe wiha domand: “Gavên nû yên dewleta Tirk û Sûriyê li ser hesabên gelên Sûriyê û dozên wan tên avakirin. Bê guman ev lihevkirin di çarçoveya lihevkirinên berê de ne. Bi rêya civînên wekî Astana û Kongreyên Soçî, nexasim ên di navbera Sûriyê, Îran, Tirkiyê û Rûsyayê de, tên kirin. Ev lihevkirin dê çareseriyeke domdar ji aloziya Sûriyê û dozên asteng re bi xwe re neyine. Berovajî vê yekê aloziya Sûriyê hîn zêdetir aloztir dike. Ji van dozan; doza kurdî, mafên wan ên neteweyî û rewa ne.”

Îbrahîm got: “A baş hikumeta Sûriyê bi nûnerên gelên Sûriyê re danûstandinan li dar bixe. Bi taybet nûnerên gelê Kurd. Em bang li neteweyên Sûriyê dikin ku her çiqasî cudabûna siyasî, çandî, ziman, olî û neteweyî hebin jî, divê lihev bicivin. Da ku ber bi kongreyê sûrî neteweyî ve biçin. Aloziya Sûriyê were çareser kirin, an jî bi rêya desteyên NY`yê yên li Cinêvê çareserî misoger bibe.”

Ajansa Reutersê li ser zimanê rayedarekî Tirk wiha ragihandibû: "Diyalogan amaje bi kar û xebata li dijî Yekîneyên Parastina Gel ên Kurd Sûriyê yê li Rojhilatê ava Firatê kir."

Derbarê daxuyanî û raporên têkildarî lihevkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îbrahîm wiha got: “Tiştên îro diqewimin di çarçoveya lawazkirina hêza Meclisa Sûriya Demokratîk, saziyên wê yên wekî, Rêveberiya Xweser û Hêzên  wê yên Leşerî yên wekî QSD`ê, YPG û YPJ`yê de ye. Ji ber Meclis xwedan projeyên demokratîk e, dikare aloziya Sûriyê çareser bike û mafên pêkhateyan biparêze. Isbata vê yekê jî hêzên leşkerî li dijî terorîstan şer kirin û parastina xaka Sûriyê kirin.”

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî)Nisiredîn Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got: “Çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî  misoger dibe, an na dê aloziya Sûriyê kurtir û aloztir bike.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din