Civîna navdewletî li Behreynê li ser nakokiya ava Kendavê

Behreyn amadekariya civîna navdewletî ya lêkolîna li ser garantiya ewlehiya şoreyê li Kendavê bi beşdariya zêdetirî 60 dewletan dike. Ew jî der barê girtina Îranê ya keştiyên petrolê yên rojava û Kendavê de ye.

Wezareta Karên Derve ya Behreynê bi bîr xist ku civîn dê di demeke pêş de bi hevkariya DYA, Hollanda û bi beşdariya zêdetirî 60 dewletan li dar keve. Ew jî li ser encamnameya kongreya navdewletî ya piştevaniya ewlehî û aştiya li Rojhilata Navîn a ku bi însiyatîfa Washingtonê li bajarê Warsaw di Sibata borî de li dar ketiye.

Ev însiyatîf di çarçoveya rola Behreynê ya piştgiriya sepandina ewlehî û aramiya li herêmê de û der barê kiryarên Îranê yên pêkanîna xetereyên mezin li ser derya û asîmanê de ye.

Wezareta Karên Derve ya Behreynê bal kişand ser ku ev civîn dê derfeta şêwriê û nêrînan di navbera dewletên cîhanê de ava bike da ku bigihînin rêyên qedexekirina xeteriyên Îranê û garantiya azadiya li deryayê li vê herêma stratejik li cîhanê.

Li aliyekî dîtir jî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê anî ziman ku rayedarên DYA’yê dê endamên dîplomasî li Washingtonê însiyatîfeke nû ya geşkirina azadiya şoreyê û ewlehiya deryayê li Tengava Hirmuz pêk bînin.

Herêma Tengava Hurmiz di nakokiyên mezin ên girtina Îranê ya keştiyên petorlê yên rojava û Kendavê re derbas dibe, jê jî keştiya Brîtanyayê ye.

Îranê keştiya Stina Empero ya ku ala Brîtanyayê hildabû û tev 23 endaman roja înê girt. Pergala çavdêrên li ser deyayê kifş kir ku keştî ji perava El-Fecêra ber bi parava Erebistana Siûdiyê ve diçû.

(fr)


Mijarên Din