‘Civîna Enqereyê dê nakokiyên ku nabe werin paşxistin, nîqaş bike’

Rojnamegerê sûrî Behaa El-Ewam tekez ku  civîna sêalî ya Astanayê dê lihevkirinek kevin nû ku şertên wê li Idlibê temam nebûn nîqaş bike û wiha got: “Ji ber ku êdî nabe nakokiya di navbera wan de were paşguhkirin yan jî paşdexistin. Her lihevkirinek di navbera hersê dewletan de beyî erêkirina Washingtonê bi sernakeve, bi taybet girêdayî rojhilatê Firatê.”

Roja Duşemê dewletên “misogerkerên” Astanayê (Tirkiyê, Rûsya û Îranê ) careke din li Enqereyê lihev dicivin da ku pêşketinên dawîn li herêmên bêçek, êrîşên li ser wê û çaranûsa nuqteyên Tirkiyê li herêmê nîqaş bikin.

Ji bo zanîna encamên wê civînê rojnamegerê sûrî Behaa El-Ewam ji ajansa me re axivî. El-Ewam got: "Lûtke dê lihevkirinek kevin nû ku ji ber gelek sedeman temam nebûye, nîqaş bike. Di nav wan sedeman de nakokiya di navbera hersê misogerkeran de, yên ku êdî nabe werin paşguhkirin jî hene.”

El-Ewam ev tişt diyar kir: "Her çend Tirkiye hincetan dane jî, wê Rûsya rewşa heyî ya Cebhet El-Nusra qebûl neke.  Her wiha Tirk jî wê pêşketinên artêşa Sûriyê ber bi tevahiya herêmên bakur ve qebûl neke. Gelek herêm hene Tirkiyê wan weke milkiyeta xwe ya taybet dihesbîne."

El- Ewam girêdayî  rewşa Îranê jî wiha  got: “Hebûna Îranê wê di nav şer de nayê qebûlkirin. Di heman demê de Rûs bi tenê nikarin komên çekdar ên li bakur( rojavayê çemê Firatê ) tune bike, yanî hêzên bejahî yên girêdayî Îranê destekarê tekane yên artêşa Sûriyê ne.”

Li gorî nêrînên El-Ewam berjewendiya hersê dewletan di rêzkirina rewşên herêmên bakur rojavayê Firatê de heye. El- Ewam got: “Dibe ku çareserî di vekişandina El-Nusra de ber bi nuqteyên Tirkan ên dûrî rêya navdewletî ya Şam û Helebê, de be. Yanî wê El-Nusra di gundewarê Idlibê de li nêzî sînorên Tirkiyê bimîne û wê xwe di nav komên din ên ku Rûsya wan nexistiye lîsteya terorê de, bihelîne. Lê Enqere dê dabînan bixwaze ku pêşketinên Rûs û Îranê li Idlibê rawestine. Her wiha wê bi hewcedariya lihevkirinek dawîn bi Moskove û Tehranê be. Hevkirin wê girêdayî xeta sînor a ku di bin destê wê ya ji rojavayê Firatê heya rojhilat de, be. Di vir de pirsgirêka hersê dewletan a bingehîn derdikeve, ew jî Emerîkayê ye.”

El-Ewam wiha domand: "Her lihevkirinek di navbera sê dewletan de, girêdayî herêmên rojhilatê Firatê beyî erêkirina Emerîkayê wê biser nekeve. Rojhilatê Firatê para DYE`yê ye. Heta rojavayê Firatê jî DYE dikare her lihevkirinekê bi hinceta şerê li dijî terorê hilweşîne. Her wiha kengî bixwaze dikare xeta sînor a di navbera Sûriyê û Tirkiyê de topbaran bike. Lê xuyaye Washington li benda encama nakokiya Idlibê ya di navbera hersê dewletan de ye. Yanî ew ê li gorî lihevkirina di navbera hersê aliyan de eger li hevkirin, helwesta xwe diyar bike. Lê dûre ku lihevkirin di lûtkeya Duşemê de pêk were."

Di dawiyê de El-Ewam got: "Bi giştî Rûs û Tirk dizanin ku her lihevkirinek girêdayî rojhilatê Firatê divê van çar şertan pêk bîne; ya yekê nabe hêza Îranê li Sûriyê zêde bike, ya duyem nabe rê li pêşiya pêşketinên Rûs û artêşa Sûriyê  ber bi herêmên rojhilatê Sûriyê ve veke. Ya sêyem nabe ku Tirkiyê derbasî rojhilatê Sûriyê bibe û ya çarem nabe çareseriya rûsî li ser hesabê danûstandinên Cinevê pêk werin û prosesa veguhestina siyasî li Sûriyê bi dawî bike."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din