Civaka Îslamî ya Kurdistanê kampanya ji bo erdhejzedeyên li Xarpêtê da destpêkirin

Civka Îslamî ya Kurdistanê ji bo erdhejzedeyên li Xarpêtê dest bi kampanyaya alîkariyê kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de wiha diyar kir:

"Xwişk û birayên me yên bawermend, li gorî baweriya xwe em mecbûr in ku alîkariyê bidin mirovên ji ber afetê neçar mane. Ji ber erdheja ku li welatê me bi temamî bû sedema erdhejê li Xarpêt û Meletiyê mirovan jiyana xwe ji dest da û gelek xanî hilweşiyan. Bi hezaran mirovên me mexdûr bûn.

Malên wan xera bûn, eşyayên wan di binê xirabeyan de man, mirov birîndar bûn û wefat kirin. Ji ber vê yekê divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe. Ev yek emrê Xwedê ye ji bo me. Bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê em neçar in vê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Hem dost û hevalên me hem jî civata me divê bi dil û can tev li vê kampanyaya me ya alîkariyê bibin û destê xwe yê alîkariyê dirêjî van mirovên me bikin.

Alîkariya ku bê komkirin wê bi kontrola maliyeya me ya navendî li mexdûran bê belavkirin.

Divê tu mizgeft û wezîfedarên me bi tena serê xwe van alîkariyan neşînin. Alîkarî hemû wê bi navbeynkariya navenda me bigihîjin mexdûran.

Ji bo Xwedê em alîkariya mirovên xwe bikin!

Ji bo Xwedê em xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin!

Alîkarî wê li mizgeft û nûnertiyên me bi berdêla fîşan bê komkirin.

SPARKASSE DORTMUND

IBAN: DE85440501990131023383”


Mijarên Din