'Civaka navneteweyî li hemberî vekirina goran ji aliyê Tirkiyê bêdeng e'

Cozêf Lehdo bang li civaka navneteweyî kir ku der barê sûcên vekirina goran li Efrînê, dewleta Tirk ceza bike.

Roj bi roj rûyê rast ê dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere dibe. Ji kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê diyar dibe ku tu cûdahî di navbera wan û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye.

Ji rêzesûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, herî dawî li Efrînê gorên şehîdên Berxwedana Serdemê, vekirin.

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo ji ANHA`yê re axivî. Cozêf Lehdo got vekirina goran karekî derexlaqî ye û di hemû olan de ev yek nayê qebûlkirin.

'TIŞTA KU DAIŞ`Ê KIR DEWLETA TIRK DÛBARE DIKE'

Cozêf Lehdo wiha axivî: "Dema ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmên dagir kiribûn gelek gor û goristanên ku şêniyan serdana wan dikir vekir û gelek mizgeftên ku gorên sehabiyên pêxember têde hebûn, rûxandin."

Lehdo wiha domand: "Komên çete ku destekê ji dewleta Tirk digirin heman tiştî dikin. Gorên şehîdên Efrînê ku ji bo parastina vê xakê canê xwe feda kir, vekir. Ev kiryar tu komên terorîst li cîhanê ne kirine. Em dibînin ku komên terorîst li Efrînê kiryarên dijî mirovahiyê dikin û rêzdariyê ji goran re nagirin."

Lehdo piştrast kir ku şehîd dê bimînin şehîd û navê wan dê di dilê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên Efrînê de bimîne.

Lehdo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê, propoganadeyê dike ku goristana şehîdan, wekî goreke komî binav kir, lê belê di vê yekê de biser neket.

Lehdo bi van gotinan axaftina xwe domand: "Dema ku çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst gor vedikirin û goristan li herêmên di bin serweriya wan de li Sûriyê û Iraqê hildiweşand, ev yek ji aliyê rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî ve hate şermezarkirin. Lê îro em dibînin ku tu helwest ji aliyê van rêxistinan yan jî civaka navneteweyî ve der barê heman sûcên ku li Efrînê tê kirin, derneket holê."

Lehdo bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê der barê sûcên ku li dijî şêniyên Efrînê bi giştî nexasim vekirina goristanên şehîdan, bixwazin.

 (bx)

ANHA


Mijarên Din