Çira TV: Em kamîreya Mihemed li erdê nahêlin

Çira TV têkidarî şehadeta peyamnêrê xwe Mihemed Hisên Reşo daxuyanî da û got, wê kamîreya Mihemed li erdê nemîne.

Cira TV têkildarî şehadeta peyamnêrê xwe Mihemed Hisên Reşo yê ku  duh di encama bomebarana balafirên artêşa Tirk a li ser kerwanê pişgiriyê yê li Serêkaniyê birîndar bibû û îro şehîd bibû daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di bombebarana arteşa Tirk ku duh li Serekaniye li dijî konvoya gelên herêma Cizîre ku dixwestin bikevin bajar kiriye de peyamnerê me Mihemed Hisên Reşo birîndar bû, lê ji ber birînen xwe yen giran li nexweşxaneye şehid ket.

Artêşa Tirk a dagirker ku ti qanûnen mirovahî nas nake, duh li Serêkaniye careke din rûyê xwe yê qirêj nîşan da û komkujiyek pêk anî. Dema kesên medenî dixwastin derbasî bajarê Serekaniyê bibin, bi balafirên şer ew bombebaran kirin. Di encamê de bi dehan kesên sivîl jiyana xwe dest dan û dehan jî birîndar bûn. Di nav kesên ku şehîd û birîndar bûne de  gelek hevalên me yên rojnamevan jî hebûn. Hevalê me Mihemed Hisên Reşo jî yek ji wan hevalan bû.

Hevalê me Mihemed, di sala 1996‘ an de li Efrînê ji dayik bû. Dema arteşa Tirk erîşî Efrîne kir, di nava Berxwedana Serdemê de cihê xwe girt û piştî dagirkeriyê neçar ma ku koçber bibe. Ev demeke jî li gel birayê xwe Mistefa Reşo di xebaten Çira TV yên Rojava  de cihê xwe digirt.

Di demeke kurt de xwe di xebatên ragihandinê de peş xist û bû dengê gele xwe. Dixwest dengê gele Efrîne ku li koçberiye dijiya, dengê Êzidiyên Rojava û Şoreşa Rojava ragihîne hemû Kurdistan û cîhanê.

Dema dagirkeriya Tirk erîşî Rojava kir jî li her cihekî Rojava pêşketin şopandin agahiyên ber destê xwe lez û bez gihandin navenda tv ya me.

Herî dawî duh dema gelê Cizîrê berê xwe da Serêkaniyê ji bo şopandina berxwedaniya gel ew jî di nava vî karwanî de cih girt. Bi lêdana balafira arteşa dagirker bi dîmenên xwe yên di nava xwînê de bû remzeke  vê komkûjiye. Tevî hemû hewildanan jî ji ber birînên xwe yên giran nikarî vegerê jiyanê û li nexweşxaneye tevlî şehîden çapameniya azad bû.

Ji ber ve yeke em di destpeke de ji malbata Mihemed Hisên Reşo hemû malbaten şehîdên vê komkûjiye re sersaxiyê dixwazin.

Weke Çira Tv em soz didin ku em ê kamîraya wî erdê nahêlin û li ser şopa çapemeniya azad careke din hemû eniyên pêş li ser karê xwe bin.

Di destpekê gelê me yê Ezidî, em bangî hemû gelan dikin ku li dijî ve hovîtiya Tirkiyê bêdeng nemînin."

ANHA


Mijarên Din