Çima hêzên hikumeta Sûriyê li Idlibê hatin hedefgirtin?

Di 5’ê Adarê de di navbera Rûsya û Tirkiyê de hevpeymana Moskovê çêbû lê dîsa jî li Idlibê pevçûn xilas nebûn. Dewleta Tirk bê navber erebeyên leşkerî û leşkeran dişîne herêmên ku bi çeteyên xwe yên Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) re dagir kirine.

Tevî ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî civîneke 6 saetan, di 5`ê Adarê de ji bo rawestandina hemû çalakiyên leşkerî li Idlibê gihaştin hevpeymana Moskovê jî, rageşî hîna jî dewam dike.

Li gorî hevpeymana di navbera her du aliyan de, hemû çalakiyên leşkerî li ser xeta pevçûnan li herêma bêçek tên rawestandin. Her wiha li ser destpêkirina dewriyeyên hevbeş ên her du dewletan li ser beşeke rêya M4 ya di navbera herêmên Ternebê ya rojavayê Seraqibê û Eyn Hor a gundewarên başûrê Idlibê di 15`ê Adarê de, hatibû lihevkirin.

Her wiha li ser vekirina korîdoran ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo koçber û penaberan re û redkirina hemû şêweyên terorê û têkoşîna li dijî terorê, her du aliyan li hev kiribû.

Ev hevpeyman piştî kuştina 36 leşkerên Tirk di meha Sibatê de li Idlibê di êrişa hêzên hikumetê de li ser herêmê, pêk hat. Li ser wê yekê Tirkiyê di 1`ê Adarê de tevî çeteyên xwe, hêzên hikumeta Sûriyê ku piştgiriya xwe ji Rûsya û Îranê digirin, kiribû hedef.

59 NUQTEYÊN TIRKIYÊ LI ‘HERÊMA BÊÇEK’

Bi hinceta belavkirina "nuqteyên çavdêriyê" li gorî peymana Astanayê ya di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de, Tirkiyê herêma bi navê "bêçek" dagir dike. Artêşa Tirk di 19`ê Nîsanê de nuqteya xwe ya dawî li herêmê ava kir. Bi vê yekê hejmara nuqteyên Tirkiyê li herêmê bû 59.

Nuqteyên Tirkiyê li herêmên Salwa, keleha Semanê, Şêx Eqîl, Girê El-Îs, Girê Toqan, Serman, Cebel Enedan, Zeytûne, Mork, Raşîdîn a başûr, Şêr Mixar û Iştebriqê hene.

Her wiha nuqteyên nû li Enedan, Raşîdên, Meir Hetat, Seraqib, Ternebê, Nêreb, Mixêr, Qimênas, Sermîn, Balafirgeha Teftenaz, Maret Nesan, Maret Mesrîn, Cîne, Kefer Kermîn, Tewame, Foca 111`an, barageha Mestûma, Termanîn, Etarib, Darit Izza, Berdeqlî, Nehliya, Muterim,Besinqûl, Nebî Eyûb, Bizabor, Batibo, Kefer Noran, Ebzêmo, Ram Hemdan, Mişêrfa, Til Xetab, Bidama, Naciye, Zeyêniyê, Xesaniyê, Kifêr, Birnas, Bidama, Erîha û Cenet El-Qura ava kirine.

Li gorî peymana Asatanayê, armanca ji nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ew e ku çavdêriya agirbesta di navbera çeteyên xwe û hêzên hikumetê de bike. Lê belê tiştê li ser erdê rû dide û tiştê ku nûnerê Sûriyê li gel NY`yê Beşar Ceferî diyar kiriye, nîşanî heman armancê nake. Ceferî di rûniştineke Meclisa Ewlehiyê de got Tirkiye li wan nuqteyan çekan dide "terorîstan" da ku hêzên hikumetê bikin hedef.

TIRKIYÊ BI HEZARAN EREBEYÊN LEŞKERÎ Û LEŞKERAN DIŞÎNE ERDÊN SÛRIYÊ

Tevî ragihandina agirbesta ku Pûtîn û Erdogan li serê hev kiribû di 5`ê Adarê de, lê belê Tirkiyê şandina erebeyên leşkerî û leşkeran ji erdên Sûriyê re berdewam kir. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hejmara erebeyên leşkerî ku ji destpêka hevpeymana Tirkiye-Rûsyayê ve ketine erdên Sûriyê, 3 hezar û 215 e tevî bi hezaran leşkeran.

Ji derveyî tank û erebeyên leşkerî, artêşa Tirk a dagirker cihên nobetê yên gerok û yên li dijî guleyan, her wiha radarên leşkerî şandin erdên Sûriyê û bi hezaran leşkeran nuqteyên xwe xurt kirin.

ÇETEYAN ÊRIŞÊN XWE LI HERÊMÊ ZÊDE KIRIN

Wek pêşketineke din a berbiçav, çeteyên Huras El-Dîn ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin û di nava "Xurfeya Emeliyat û Herid Mûmînin" de şer dikin, nuqteyên hêzên hikumetê yên li Sehil Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê di 10`ê Gulanê ve kirin hedef û gundê Tencera bi dest xist. Di êrişa dijwar de 36 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Di 11`ê Gulanê de jî, hêzên hikumetê êrişeke dijber bir ser çeteyan ku nêzî 24 saetan dewam kir. Hêzên hikumetê 19 çete kuştin û careke din gund bi temamî bi dest xist.

Êrişa çeteyên Tirkiyê li ser hêzên hikumetê ji aliyê hejmara kuştiyan ve, wekî êrişa herî dijwar a ji destpêka ragihandina agirbestê ve tê hesibandin.

ÊRIŞ BI LIHEVKIRINA HEMÛ ALIYAN PÊK HAT

Di vî warî de, lêkolîner û akademîsyen Dr.Semîre El-Mebîd ji ANHA`yê re wiha dibêje: "Ev rageşî piştî binpêkirinên leşkerî ku rejîma bi wê yekê hewl da peymana Rûsya û Tirkiyê ya kêmkirina rageşiyê binpê bike û bi dawî bike, pêk hat. Rejîm armanc dike ku bikeve Idlibê, bi temamî kontrol bike û sûcên qirkirinê li dijî bi milyonan sivîlên li wir pêk bîne."

Dr. Semîre wiha lê zêde kir: "Em dikarin van êrişan di çarçoveya bendên peymana kêmkirina rageşiyê ya di navbera aliyên têkildar de jî bi nav bikin."

Dr. Semîre daxuyaniyên Rûsyayê yên li dijî Esed û êrişa li dijî hêzên hikumetê bi hev ve girê da û wiha berdewam kir: "Daxuyaniyên Rûsyayê nîşan didin ku rejîm girêdana rejîmê bi Îranê û komên terorîst re êdî xaleke sereke ya nelihevkirinên bi aliyê Rûsyayê re ye. Rûsya êdî tunebûna hêza çareserkirina gendeliya di nava hikumetê de ku li ser wê yekê hikumê xwe ava kiriye, ferq dike."

‘ESED DESTÊ ÎRANÊ YÊ LI HERÊMÊ YE’

Di berdewama axaftina xwe de Dr. Semîre wiha got: "Esed li gelek cihan bi fermanên Îranê tev digere. Dema ku aliyê Rûsyayê li ser pabendiya bi peymana kêmkirina rageşiyê tekez dike, Esed bi fermana hevalbenda xwe Îranê van peymanan binpê dike."

Lêkolîner û akademîsyena ji Sûriyê diyar kir ku îşaretên ku aliyê Rûsyayê dişîne, nîşan didin ku fikrên Îranê yên taybet hene ku girêdayî mayîna Esed li ser desthilatê ne. Ji ber ku ew yek deriyê têketina temamî herêmê ye, berevajî dewletên din ku girîngiyê didin pêkanîna berjewendiyên xwe bêyî tu girêdanên bi Esed bi saziya wî ya teng re.

Dr. Semîre Mebîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Derketina hêzên Îranê ku Amerîka behsê dike û dibe ku lihevkirineke navdewletî ya bidawîkirina hikmê Esed jî hebe. Mayîna Esed tê wateya mayîna Îranê, ji ber ku ew destê Îranê yê li Sûriyê û li herêmê ye."

(cx)

ANHA


Mijarên Din

QSD‘ê 17 çete girtin