Çima hevalbendan li Sûriyê lihev nekirin?

Şerê bi wekîlan ê li Sûriyê dirêj kir û gihaşt hevalbendên pêwîstiyê (Rûsya-Tirkiyê û Îranê). Hewldanên paşdexistina nakokiyan û hevjiyana bizorê veguherîn şerek sar. Lê pêşketina bûyeran, asta lewazbûna helwesta Tirkiyê diyar kir. Tirkiyê hevalbendê xwe yê pêwîstiyê winda kir. Gelo bûyerên ku di navbera wan rû didin bi ku ve diçin? 

Piştî şerê sar ê di navbera mîsogerên Astanayê (Rûsya-Tirkiye- Îran), rewşa “Herêmên Bêçek” li gorî nêrîna Rûsya-Tirkiyê bi nakok e.

Cudabûna nêrînan di navbera misogerkeran de şerên li “Herêmên Bêçek” gur dike.

Asta nakokiyan di navbera misogerkerên Astanayê de piştî ku rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê êrişî gundewarê Idlibê kir, bilind bû. Rejîma Sûriyê herêmên girîng mîna Meret El-Nûman, Seraqêb, rêya M5 û Xan El-Asel li gundewarê Helebê kontrol kirin.

Li gel wê jî, piştî kuştina leşkerekî Tirk di topbarana rejîma Sûriyê de, nakokî di navbera hêzên rejîma Sûriyê û Tirkiyê de derket.

Ev nakokî ne tenê di navbera Rûsya û Tirkiyê de ma, Îran jî tevlî bû. Piştî nêzîkbûna Rûsya, Amerîka û Israîlê bi taybet piştî lûtkeya El-Quds, Îran ji tevgerên girêdayî Sûriyê hate dûrxistin û heta tevlî civînên misogerkerên Astanayê nebû.

Bi bilindbûna asta nakokiyan re, Îranê carek din derfet dît ku vegere qada Sûriyê. Piştî kuştina leşkerên Tirk bi guleyên rejîma Sûriyê, Îranê ragihand ku ji mafê Rejîmê ye herêmên Sûriyê ji teror û dagirkeriyê rizgar bike.  Lê Tirkiyê bi rêya êrişên çeteyan li ser Nibul û Eê-Zehra yên nêzî hêzên Îranê ne, bersîv da.

Lêkolîner û nivîskarê Sûriyê Ehmed El-Dirzî girêdayî mijarê got: "Nêrîna her aliyekê di mijara Idlibê de li gorî armancên wan cuda ye. Moskova baş ketiye ferqê ku dosyaya terorîstên li Idlibê ewlehiya wê ya neteweyî tehdîd dike. Ew komên islamî yên ku ji rêxistina El-Qaîde şax dane, tenê di nakokiya navneteweyî ya mezin de di navbera DYA, Rûsya û Çînê de amûr in."

El-Dirzî wiha domand: "Serokkomarê Tirkiyê, wan koman ji bo ku timahiyên xwe û Osmaniya Nû bidest bixe, bi kar tîne. Ger lihevkirinên Soçî pêk bîne û terorîstan ji kesên nerm cuda bike, bi vê yekê gelek kaxizên bi hêz winda dike. Ew kaxiz bi çaranûsa siyasî ya di hundirê Tirkiyê de ve girêdayî ye. Erdogan baş dizane ku eger wan koman winda bike dê bi welatiyên xwe re rû bi rû bimîne û berpirsyariya piştgiriya komên terorîst tehemul bike. Kesên ku destên wan di çêkirina terorê de, veguhestina wan û biçekkirina wan de hene wê berdêl bidin. Wê bibe  qurbana qirkirina hevpar a DYA û hinek dewletên Yekîtiya Ewropayê, tevî Siûdî Arabistan û Qeterê."

GELO ÇIMA RÛSYA Û TIRKIYE CAREK DIN LIHEV NEKIRIN?

Di dema êrişan de Rûsya û Tirkiyê du gerên danûstandinan li Enqereyê lidar xistin. Lê girêdayî Idlibê lihev nekirin.

Li gorî raporan  Tirkiyê ji Rûsya xwest ku hêzên rejîma Sûriyê ji herêmê heya nuqteyên çavdêr ên Tirkiyê paşde vekişin û rêya navneteweyî di bin kontrola Tirkiyê de bimîne. Lê Rûsya daxwazên wê red kirin û êrişan berdewam kir.

Girêdayî mijarê El-Dirzî ev tişt diyar kir: "Di encamê de nakokiyên stratejîk wê berjewendiyan nakok bikin. Ev tişt şîrove dike ku çima herdu aliyan lihev nekirin. Ev nakokî jî herêmên din li gelek qadan tehdîd dike, di nav de Lîbyayê jî."

BERÊ BÛYERAN BER BI KU VE DIÇIN?

Di vî warî de çavdêrên rewşa herêmê dişopînin diyar dikin ku ruxmî gurbûna Tirkiyê, lê helwesta wê ya li hember Rûsya lewaz bûye.  Tirkiyê destek ji DYA û NATO`yê xwest.

Lê roja Çarşemê şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê Robert O'Brien ihtîmala destwerdana Amerîkayê di Idlibê de kêm kir.

Robert O'Brien got: "Rejîma Sûriyê êrişî hêzên Tirkiyê û endamên ku pê re kar dikin, kir. Gelo li benda me ye em rola polîsê navneteweyî bilîzin! Em bi pereşotan dakevin Idlibê û bang li tevahiya aliyan bikin ku rawestin!"

Beriya wê jî şandeya Washingtonê ya NATO`yê got Washington  piştgiriya Tirkiyê dike, lê kiryarên Tirkiyê yên li Sûriyê napejrîne.

Wêne êdî niha diyar bûye. Amerîka û NATO`yê desteka Tirkiyê nakin. Tu guhertin di siyaseta Tirkiyê ya nakok de tune ye. Rûsya guh nade daxwazên Tirkiyê. Nakokî û nebawerî di navbera misogerkerên Astanayê yanî Rûsya, Tirkiyê û Îranê de, hene.

Têkildarî bûyeran El-Dirzî got: "Li gel pêvajoyên bê, dê daxuyaniyên tûj ji aliyên Sûriyê û Rûsya li hember daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê û endamên rêveberiya wî, werin. Bi texmîna min artêşa Sûriyê û hevalbendên wê, dê êrişên xwe zêde bikin, da ku rûberên herî zêde ji Idlibê rizgar bikin. Li gorî plansaziyekê ji bo rizgarkirina tevahiya bakurê Sûriyê."

Lêkolîner û nivîskarê Sûriyê Ehmed El-Dirzî  di dawiyê de got: Gava duyemîn; derxistina Tirkiyê û DYA`yê ji tevahiya axa Sûriyê ye. Ev jî dê bihêle gelek dewletên herêmê carek din refên xwe rêz bikin. Bi taybet li gel ku em li benda pêkhatina bûyerek mezintir in. Ne tenê li ser asta Idlibê, heman demê de li ser asta herêmî. Lewra hêzên siyasî û navneteweyî wê li hesabên xwe girêdayî pêşeroja herêmê û rolên xwe tê de vegere. Bi taybet dewletên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de hene."

(şx)

ANHA


Mijarên Din