Çima "Balê" mîna altarnetîfeke li şûna cilên nû, belav bûye?

Piştî zêdekirina bihayên cilan li sûkê, hin bazirganan, bazariya cilên bikarhatî yan jî bi "balê" tê nasîn, kir. Ew jî rastî pêşwazîkirinekê hat. Ji ber ku bihayên wê bi hevrûkirina cilên nû re, kêm in.

Nearambûna aboriya li Sûriyê û kêmbûna nirxa lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî, bû sedema ne hakimkirina li ser bihayên firotinan, bi taybet jî yên ji derve tên. Ji lewre li sûkê di navber dikan û dikanekê de, bihayên cuda hene.

Cil ji madeya ku bi awayekî mezin ji ber nearambûna aboriyê, bandor bûye. ji lewre şêniyên xizan nikarin pêdiviyên xwe yên cilan dabîn bikin . Lewma berê xwe didin cilên balê mîna altarnatîfekê. Ji ber ku bihayên wan nîvê mîqdara cilên nû yan jî zêde ye. Her wiha başbûna wê jî dihêla şênî bikirin. Ev sedemên heyî hiştin sûkên cilên balê bi awayekî mezin li piranî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bên belavkirin.

Bihayên cilên balê di navbera 100 heta 500 lîreyên Sûriyê de ne. Ew jî li gor cure û pîvanên wê ye. Cilên cur bi cur ji yên zarok, jin û mêran hene.

Mihemed Cuma kesê li sûka balê ya li navçeya Şadadê ya li başurê kantona Hesekê digere, diyar kir ku cilên balê ji sedî 70 bihaya wê ya her cilekê, kêm e. Her wiha jî pêdiviyên şêniyan dabîn dike û li gorî xweşbîniya tevahî kesan e.

Cuma bal kişand ser ku li pêşiya şêniyan zivistan heye. Di sûkê de cilên zivistanê, bi taybet cakêt pir bihan e. Her cakêtek bihaya wê digihîje zêdetirî 8 hezaran. Lê bihaya balê nagihîje 500 lîreyên Sûriyê.

Silêman Mehmûd jî firoşkarekî cilên balê ya bajarê Hesekê wiha got: "Em cilên balê ji ber başbûn û erzanbûna wê ya bi hevrûkirina bi cilên li dikanan re, dikirin."

Bi nêzbûna zivistanê re, cilên zivistanê li sûkê bihan bûn û wiha Mehmûd îşaret pê kir: "Cilên zivistanê pir bihan e. Ji lewre em cilên zivistanê ji cihên balê dikirin."

Bazirgan Ehmed Fatir ji şêniyê navçeya Şedadê ye wiha bal kişand ser ku li cihên balê tevahî cilên malbatê hene. Piranî şênî berê xwe didin balê. Ji ber ku baş e û bihaya wê jî erzan e.

Xwediyê dikana cil û alavên bikarhatî Husên Hemûd ji taxa El-Muftî ya bajarê Hesekê ye anî ziman: "Ji destpêka vekirina dikanê de tenê di cilan de xebitîn. Lê bi demê re ji ber kirîna zêde ya şêniyan a balê, me proje fireh kir. Ew jî lîstok, cam, pankart, antîka û paqir in."

Li dawiyê Hemûd da zanîn ku sedema pêşwazîkirina kirîna şêniyan a cilên balê, başbûn û erzanbûna wê ye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din