Çima av nagihêje hin taxên bajarê Qamişlo?

Gelek sedem hene ku av nagihêje hin malên taxa Kornîş a bajarê Qamişlo, ji wan ku 2 hilmijên avê xirab bûne û şênî avê pir xerç dikin.

Şêniyên hin taxên bajarê Qamişlo mîna taxa Kornîş û li derdora Goristana Kildan ji ber kêmbûna avê ya dubarekirî bi gazinc in û li benda çareseriyeke ji vê pirsgirêkê re ne. Gerînendeya Giştî ya Avê teqez dike ku sedema kêmbûna avê, xerçkirina avê bi awayekî zêde ji aliyê şêniyan ve ye.

Mihemed Hesen ji şêniyê taxa Kornîş e ku ev 7 roj in av negihiştiye mala wî. Ji ber wê neçar dimîne ku avê bikire, wiha got: "Her sal di weke van deman de kêmasiyên avê derdikevin. Di encamê de em neçar dimînin ku her bermîlekê av bi hezar lîreyên Sûriyê, bikirin."

Mihemed Hesen, bang li Gerînendeya Avê ya Qamişlo kir ku pirsgirêka wan çareser bikin. Her wiha gerînende û zabîte rexne kir ji ber ku bi erka xwe li hember şêniyên ku avê zêde xerç dikin pêk naynin û wiha anî ziman: "Divê her kesê ku avê zêde xerç dike û nahêle av bigihêje cîranê wî, bê cezakirin."

Di dawiyê de Hesen bang li şêniyên taxê kir ku avê zêde xerç nekin.

Endama rêveberiya beşa lêkolînan a Gerînendeya Giştî ya Ava Vexwarinê Evîn Ehmed diyar kir ku gelek sedemên ku li pêşiya hatina avê dibin asteng hene  û got: “6 Hilmij avê didin taxa Kornîş. Lê du jê hilmijan xirab bûne û niha têne sererastkirin. Di demeke nêz de sererastkirina wan dê bidawî bibe."

Evîn Ehmed destnîşan kir ku wek rewşek awarte, bi rêya hilmija taxa Qenat Siwês avê digihînin taxa Kornîş. Her wiha diyar kir ku sedema din a pirsgirêka avê li taxa Kornîş ew e ku şênî avê zêde xerç dikin tevî wê jî toreyên avê di nav hindek malan de xirabe ne.

Der barê rexneyên şêniyên ji bo Zabîteya Gerînendeya Giştî ya Avê li Qamişlo, endamê zabîteyê Ebdullgenî Mihemed destnîşan kir ku ji bo hişyarkirina şêniyan ew dewriyeyan derdixin ji bo şênî zêde avê xerç nekin, her wiha birşûşran jî belav dikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din