‘Cihên dîrokî yên Efrînê têne talankirin‘

Endama rêveber a Desteya Şûnwar û Muzexaneyan Esmehan Ehmed destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên qirkirina dîrokî li Efrînê pêk tînin. Esmehan diyar kir ku şûnwarên Keleha Nebî Hûrî û Eyn Dara yên navdar hatin talankirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrişên xwe yên li ser kantona Efrînê ve di 20`ê Çileya 2018`an de binpêkirinên xwe ji wêrankirin, talankirin û destdirêjî der heqê şênî, milkên wan, dar, xweza û heta şûnwarên herêmê de didomînin.

Di vê dawiyê de dîmenên wêrankirina cihên dîrokî yên ku dîroka wan vedigerin beriya zayînê belav bûn.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Desteya Şûnwar û Muzexaneyan a Herêma Efrînê Esmehan Ehmed ji ajansa me re behsa rewşa şûnwaran kir. Esmehan got: "Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi rêya kirinên xwe îsbat dike ku qirkirina gelê Kurd armanc dike. Vê carê dest bi qirkirina dîrokî kir bi rêya talankirin û wêrankirina cihên dîrokî yên ku dîroka gelên herêmê tê hesibandin."

Wêrankirin ji şûnwarên Girê Eyn Darayê destpê kir

Esmehan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane nêzî şûnwarên Efrînê bû û wiha domand: " Ji Girê Eyn Darayê yê ku girîngtirîn û navdartirîn herêmên dîrokî li Efrînê tê hesibandin destpê kir. Dema êrişî Efrînê kir topbaran kir û beşên jê wêran kirin. Li ser malperên tevna civakî tê dîtin ku dagirkerî vê carê bargehên leşkerî yên li ser Girê Eyn Darayê ava kiriye ji ku dîroka girê bi çewsîne."

Esmehan binpêkirinên li Efrînê rû didin wek qirkirinekê der heqê cihên dîrokî de li herêma Efrînê û tunekirina kokên gelê resen bi nav kir û got: "Dîmenên ku li ser malperên tevna civakî hatine belavkirin, hevkariya çeteyên Tirkiyê di kolandin, talankirin û wêrankirina şûnwarên dîrokî îsbat dike."

Nebî Hûrî tê talankirin

Endama rêveber a Desteya Şûnwar û Muzexaneyan îşaretpê kir ku Keleha Nebî Hûrî ya dîrokî di vê dawiyê de tê vekolandin, parçeyên dîrokî û tabloyên muzeyîk jê têne derxistin û got: "Ew dimen binpêkirinên der heqê Keleha Nebî Hûrî ya dîrokî eşkere dikin."

Gelek cihên dîrokî yên Efrînê hatin talankirin û wêrankirinê, mîna Girê Ziravkê, du girên dîrokî li gundê Gemrûkê, cihê Elbîskê yê dîrokî, Teqelkî, Berad Girê Mersa û bi rêya tireks û bildozaran têne wêrankirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din