Cibêr: Em ê cidiyeta Hûsiyan bişopînin

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Adil Cibêr got “Em ê cidiyeta Hûsiyan di pêkanîna însiyatîfa aştiyê de bişopînin.”

Piştî êrîşên 14`ê Îlonê yên li dijî bîrên petrol yên rojhilatê Siûdiyê, serokê Meclisa Siyasî ya Bilind a Hûsiyan Mehdî Mişat ragihand ku ew ê êrîşên bi balafirên bêpîlot û moşekên balîstîk li dijî axa Siûdiyê rawestînin.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Adil Cibêr cara yekemîn di civîna çapemeniyê ya ku li Riyadê bi rê ve çû, bersiv da û got: “Em li ser esasê kar û kiryarên aliyên din hikum dikin, ne li ser esasê gotinan. Lewma em ê binêrin ka bi rastî dê însiyatîfê pêk bînin an na.”

(eh)

 


Mijarên Din