Çi tedbîr ji aliyê Yekîtiya Cotkarên Dêrikê ji bo parastina zeviyan hatine girtin?

Bi hatina demsala çinîna berhemên çandiniyê ya 2020`an, piraniya cotkarên herêma Dêrikê û gundewarên wê parastina zeviyên xwe (Ceh û genim) ji şewatê, dikin.

Cotkarên herêma Dêrikê ji bo êşa par dûbare nebe gelek tedbîr li herêma Dêrikê û navçeyên wê girt. Ev yek jî tedbîrên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîgirtina li şewatê bigrin, temam dike. Ji tedbîrên hatine girtin parastina zeviyan, amadekirina terektor û sarîcên avê ye.

Cotkarê bi navê Reşîd Abdullah ji şêniyên gundê Eyn Dîwar ê herêma Dêrikê ye ji ANHA`yê re wiha axivî: "Şêniyên gund li komîna gund kom bûn da ku tedbîrên pêwîst bigrin ji bo ku şewat li gund çênebe. Şêniyan terektor û agirkujiyên destan amade kirine."

Reşîd pişterast kir ku ev demeke şênî zeviyan diparêzin.

TEDBÎRÊN JI ALIYÊ KOMÎTEYA ÇANDINIYÊ Û YEKÎTIYA COTKARAN VE HATINE GIRTIN

Der barê tedbîrên ku ji aliyê komîteya çandiniyê û Yekîtiya cotkaran a bajarê Dêrikê ve hatiye girtin, Hevserokê Yekîtiya Cotkaran a herêma Dêrikê Hisên Osman ev tişt anî ziman: "Yekîtiya Cotkaran bi hevkariya xwediyên terektoran serjimarî ji gundewarên herêmê Dêrikê re çêkir. Hejmarê telefonên wan girt da ku di demên pêwîst de li wan bigerin her wiha sotemenî ji wan re pêşkêş kir."

Osman destnîşan kir ku Yekîtiya Cotkaran dema cotkar zeviyên xwe biçînin dê hemû alîkariyê bide wan û berhemên wan bişînin depoyan.

Hevserokê Yekîtiya Cotkaran a herêma Dêrikê Hisên Osman anî ziman ku yekîtê dê buhayên veguhestinê bişopîne da ku xwediyên kamyonan wan keysbaz neke û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yekîtî dê hemû tedbîran bigre da ku cotkaran ji hemû aliyan de neyê keysbazkirin."

Ji barana zêde ku bi derengî li herêma Dêrikê bariya demsala çinînê li herêmê û gundewarên dereng maye. Ji ber wê jî Yekîtiya Cotkaran û şêniyên herêma Dêrikê gurûp ji bo parastina zeviyan ava kir û terektor û agirkujên destan jî amade kir.

bx

ANHA


Mijarên Din