​​​​​​​ ‘Çi bikin jî em xeta şehîdan bernadin’

"Soz didin welat, şehîd û rêber Ocalan, ax, malbatên şehîdan û tevahî gelê xwe ku em wan ji bîr nakin û dê li ser şopa wan bimeşin", bi van gotinan malbatên gerîlayên HPG’ê piştلهxwe ji pêngava KCK’ê re nîşan dan.

Sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî gelê Kurdistan, dagirkirina xak û guhartina demografiya herêmê, vîna gelê Kurd bi giştî û malbatên gerîla bi taybet ên li çar parçeyên Kurdistanê naşikîne, her wiha dê têkoşîna xwe ji bo rakirina tecrîda li dijî rêber Ocalan bilind bikin.

Desthilata Tirkiyê ji dema girtina rêber Ocalan a 1999’an ve, siyasetên bêserûber li dijî rêbertî pêk tînin, tecrîdê girantir dikin, nahêlin parêzer û malbata wê pê re rûnin ku rewşa wî ya tenduristî nas bikin.

Ji bo bidawîkirina xeteriya li dijî pêkhateyan digel projeya demokratîk û biryatiya gelan de dijîn û ji bo rakirina tecrîda li dijî rêber Ocalan, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 9’ê Îlonê de bi daxuyaniyekê pêngavek li tevahî Kurdistan û dewletên tê de Kurd hene, dest pê kir. Dirûşma hemleyê jî wiha ye "Bes e ji tecrîda faşîst û dagirkerî re, dem dema azadiyê ye".

Malbatên şehîd û gerîlayan yên Hesekê gotin, ku ew piştevaniya pêngavê dikin û dê berxwedanê ji bo pêkanîna armancên ciwanên wan ên şehîd bidomînin.

Bavê şehîd Malik û Ednan, Xelef Dirêî wiha dibêje: "Şehîdên me li ser xeta, fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a projeya demokratî û biratiya gelan li cîhanê belav kiriye meşîn. Şehîdan berxwedanên qehremanî û efsaneweyî li dar xistin, canê xwe di oxira parastina xak û rûmetê de da û gihaştin asta şehadetê."

Dirêî wiha domand: "Ger li ser me 101 biryar da, destên me kirin kelepçe û qeyd kirin, ger me bixisitn zîndan û girtîgehan em gav bi paş ve naavêjin."

Dirêî diyar kir ku bêyî îsbatkirina hebûnê, tu daxuyanî sûdê li gelê Kurd nakin û wiha berdewam kir: "Bila dinya tev a me be, lê belê bêyî belgeyên îsbatkirinê dê bê sûd be. Îspatên me jî baweriya me bi me û yekitiya me ye."

Dirêî wiha bi lêv kir: "Soz didin welat, şehîd, rêber Ocalan, ax, malbatên şehîdan û tevahî gelê me, em wan ji bîr nakin û dê li ser rêça wan bimeşin."

Dirêî bang li tevahî gelên herêmê kir ku têkolîn û berxwedanê bilind bikin û wiha bi dawî kir: "Îro roja rûmetê ye, êdî bes ji koçberiyê re, dijmin laşê me parçe dike û bazarê bi xwîna ciwanên me yên şehîd dike. Bila tevahî bizanin çi dibe bila bibe em dev ji fikir û felsefeya rêber Ocalan bernadın û soza serketinê didin."

Dayika şehîd Tolhildan û şehîd Raperîn, Zehra Sîno piştgiriya xwe ji pêngava KCK’ê ya bidawîkirina tecîrda li dijî rêber Ocalan nîşan da û wiha got: "Fikrê rêber Ocalan xizmetî tevahî gelên li Rojhilata Navîn dike û ji bo doz û krîzên bigirêk çareya herî guncaw e."

Zehra Sîno diyar kir ku divê gelê Kurd li her derê li dijî tecrîda girankirî ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ku li dijî rêber Ocalan pêkhatiye de tê bikoşin û wiha pê de çû: "Bila Erdogan baş bizane em dev ji biryara xwe bernadin. Ger rihê me jî di oxira wê de biçe, em dev ji rêberê xwe bernadin."

Zehra Sîno bi lêv kir ku ew ji ciwanên xwe yên şehîd ne baştir in, dê heta pêkanîna hedefên wan li ser fikr wan bimeşin û heke rêber Ocalan azad nebû dê cîhanê tev bihejînin.

Li dawiyê jî dayika şehîd Felat Serdar, Seîde Hac Hesen bang li tevahî gel û partiyên siyasî kir ku bi lez yekitiya xwe çêkin. Da ku xwîna şehîdan vala neçe û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din