Cîhad Umer: Em hewl didin çareseriya siyasî mîsoger bikin

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Cîhad Umer got "Em xebatên serxistina diyaloga Sûrî-Sûrî teman dikin. Ji bo lidarxistina kongreyekê ku çareseriya siyasî mîsoger bike û nûnertiya têkoşîna demokratîk li Sûriyê pêşerojê bike, me bi gelek alî û hêzên demokratîk ên Sûriyê re komîteyek ava kir.”

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi koordîneya hêzên demokratîk a Sûriyê hewl dide bigihêje çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyê. Civînên ku li derve hatin lidarxistin û komxebatên ku sala 2019'an li Eyn Îsa û Kobanê hatin lidarxistin, xwedî bandoreke erênî bûn ku nêrînên hêzên demokratîk ên nîştimanî yên der barê çareserkirina siyasî ji aloziyê re diyar kirin.

Alî û hêzên demokratîk ên Sûriyê û MSD hewl didin kongreyekê li dar bixin da ku nûnertiya pêşeng a têkoşîna demokratîk li Sûriyê bike û planeke stratejîk ji bo Sûriyeke pêşerojê û rengê komîteya amadekar deyne.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Cîhad Umer, armanca lidarxistina kongreyê ji ANHA'yê re diyar kir. Cîhad Umer got: “Em hewl didin demokrasiyê li Sûriyê pêk bînin. Di vê derbarê de 7 komxebat li dewletên Ewropayê hatin lidarxistin. Piştre civîneke berfireh bi beşdarbûna kesayetên cûda ji Sûriyê li dar xistin. Di civînê de asta nêzîbûna di navbera nêrînên MSD, kesayet û hêzan de diyar bû.”

Umer destnîşan kir ku MSD hewl dide rêbazên diyaloa Sûrî-Sûrî temam bike û ev tişt bi lêv kir: "MSD'ê di salên 2017, 2018 û 2019'an de gelek xebat kirin. Komxebatên ku li Eyn Îsa û Kobanê hatin lidarxistin, di avakirina hêzên demokratk, danîna planeke stratejîk ber bi Sûriyê pêşerojê ve xwedî taybetmendiyên erênî bûn.”

Têkildarî kongreyên ku hewl didin li dar bixin, Umer wiha axivî: “Di dîroka 8 û 9'ê Sibata Îsal de civînek li Burkselê li dar xistin. Di encamê de komîteyek amadekar hate avakirin. Komîteya amadekar ji 19 endamên ji hundir û derveyê Sûriyê, gelek rêxistin û MSD'ê de pêk tê. Tevahî xebatên komîteyê wê li ser esasê têkiliyan bi kesên ku dixwazin beşdarî kongreyê bibin e. Yanî kesên demokrat ên ku têkoşîna demokrasiyê erkekî ji bo xwe dibînin ku karibe guhertinekî li Sûriyê pêk bînin. Xebatên komîteyê berdewam in.”

Umer diyar kir ku kongr bi armanca eşkerekirina xebatên komîteyê û nîqaşên wan ên ku bi aliyan re pêk anîn e û got: "Kongre xwedî hewldaneke stratejîk e. Armanca wê tevlîkirina hêzên demokratîk in, da ku xebatên stratajîk pêk werin ku bi salên dirêj dewam bike. Her wiha dê encamên baş di nûnertiya pêşengtiya têkoşîna demokrasiyê de bide.”

Cîhad Umer derbarê navê kongreyê û cihê ku dê lê were lidarxistin, her wiha pêşniyarên wan, de wiha got: “Berê li Sûriyê tiştek navê xwe eniya demokratîk hebû, têkiliyên wê raste rast bi hikumeta Sûriyê re hebû. Komîteya ku me avakiriye wê ne wisa be, dê li ser nav û cihê kongreyê nîqaş bêne kirin.” Her wiha got komîte xwe dispêre du pransîpên sereke, yek; hemû kesayet, hêzên demokratîk û kesên vê nêrînê qebûl dikin tevlî xwe bikin. Dudu; komîte dê li ser esasê xebata navdewletî û dewletên erebî bixebite. Umer hêvî kir ku kongre li welatên erebî li dar bikeve.

Umer wiha pê de çû: "Em hewl didin ku hemû beşdarên kongreyê beşdarî, nîqaş, belge, sazumanî û biryara dawî ya kongreyê bibin. Da ku berpirsên vê biryarê bibin. Wekî gava duyemîn em hewl didin kongreyekê li ser asta giştî Sûriyê li dar bixin da ku hemû hêzên demokrat tê de beşdar bin. Bi qenaeta min lidarxistina vê kongreyê dê kurseyekî bide hêzên demokratîk di pêvajoya çareseriya siyasî ya navdewletî, çi Cinêv be an jî komîteya destûrî be. Ev jî dê bandorek li pêvajoya diyalogan bike. Were xwestin wê bibe alternatîfa îtîlafê û aliyên ku çareserî û proje di destê wan de nine. Ji ber ku qad niha ya hêzên demokratîk e, ne ya hêzên ku li ser aliyên navdewletî ve tên hesibandin ên ku sûriyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.”

Derheqê bandora zihniyeta hikumeta Sûriyê ya dûrxistina hêzên demokrat de Umer ev tişt got: "Kongre wê zexteke li ser hikumetê be. Her zexteke demokratîk di hundirê Sûriyê de wê bandora wê mezintir be ji zextên ajnîdeyên derve mîna dewleta Tirk, Rûsya û Îranê.”

Umer Cîhad eşkere kir ku li gorî hatiye plankirin kongre dê di dawiya Îlona îsal de were lidarxisitn û bi navê komîteya amadekar axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû rêxistin û kesayetên demokratîk ên ku tevlî vê kongreyê bibin destekê bibin kongreyê. Kesên ku di oxira xebateke demokratîk ked dane em wan bi bîr tînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev gav bi piştgiriya gel û civakê wê biser bikeve. Ji ber ku çareseriya tekane ya avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ye ku mafên gel mîsoger bike.”

ANHA


Mijarên Din