Cîgirê wezîrê parastinê yê Emerîka yê: Tecrûbeya me bi QSD’ê re yekane bû

Cîgirê wezîrê parastinê ya Emerîkayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Michael Mulleroy got: "Tecrûbeya me bi QSD’ê re yekane  bû. Her wiha hevkarî bi sedan hêzan re di sala 2015’an de hat kirin da ku pêş bikeve, bibe hêzeke girse û cihêreng ku pişta xwe bidinê. Hebûn û piştevaniya Emerîkayê di tecrûbeya QSD’ê de têrê nedikir. Lê belê têrêkirin û gihandina rizgarkirina berîka dawîn ji DAIŞ’ê li Sûriyê, ji hêla QSD’ê ve bû."

Michael Mulleroy di forumeke rojnamegeriyê de got ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) 3 tecrûbeyên serkeftî yên leşkerî yên bi belge di Rojhilata Navîn de pêk anîne; li Iraq, Urdin û bi Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) re.

Michael Mulleroy di foruma rojnamegeriyê de ya ku li peymangeha Rojhilata Navîn li dar ketiye ragihand: "Ev tecrûbeyên hevkarî yên Emerîkayê bi welatiyên Rojhilata Navîn re ya tunekirina terorê pêk anîne, yên serkeftî bûn. Her wiha jî yên berztirîn bûn. Di wan tecrûbeyan de DYE’yê hêzên ku pişta xwe bidiyê û yên li gor xwe rewşa plangeriya şer diguherin, dîtin.” 

Girêdayî mijarê Michael Mulleroy anîn ziman: "Tecrûbeya bi QSD’ê re tu carî mîna wê tune ye. Her wiha hevkarî bi sedan hêzan re di sala 2015’an de hat kirin, da ku pêş bikeve û bibe hêzeke girse û cihêreng ku pişta xwe bidinê.”

Michael Mulleroy tekez kir ku hebûn û piştevaniya Emerîkayê di terûbeya QSD’ê de têrê nedikir û wiha pê de çû: “Lê belê tenê piştevaniya Emerîkayê ya baldar û diyarker hebû. Lê têrêkirin û gihandina rizgarkirina berîka dawîn a DAIŞ’ê li Sûriyê ji hêla Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ve bû û wê tunekirina DAIŞ’ê ragihand. Ne ku hêzên Emerîkayê. Armancên Emerîkayê li Bakurê Sûriyê hê jî derbarê ku herêm ji aliyên rêxistinên tundrew  de weke DAIŞ’ê bê parastin û ewle be hene. Tunekirina wê li ser erdê li gor Wezareta Parastina Emerîkayê ne ku tê wateya bidawîkirina gefên DAIŞ’ê bi giştî. Li aliyekî din jî dê alîkariya QSD’ê ji aliyê vegerandina girtiyên Rêxistina DAIŞ’ê ya welatên wan û piştevaniya meclisên herêmî jî bê kirin.”

Di dawiyê de cîgirê wezîrê parastinê yê Emerîkayê misoger kir ku DYE’yê di nêrîna siyasî ya ji Sûriyê de dest pê bike bi xwestek e. Ew jî li gor pêkanîna biryara Meclisa Ewlehiyê 2254 a garantiya hevpariya giştî sûriyan di avakirina pêşerojdê wan de ye.

(fr)


Mijarên Din