Cezayê muebbedê li şêwirmendê berê yê Desteya Erkana Giştî ya Tirkiyê birîn

Dadgeha dewleta Tirk bi tawana ku destê wî di hewldana derbeyê ya 2016`an de heye, cezayê muebbedê li şêwirmendê berê yê Desteya Erkana Giştî ya Tirkiyê Muharrem Kose birî.

Hikumeta Tirk a bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan bi hezaran dijberên siyaseta AKP’ê bi tawana ku destê wan di hewldana darbeyê ya 2016`an de heye, girtin.

Dadgeheke dewleta Tirk cezayê muebbedê li şêwirmendê edlî yê berê yê Erkana Giştî ya Tirkiyê yê berê Muharrem Kose birî. Dadgehê heman ceza der heqê dadgerê berê yê Desteya Erkana Giştî ya Tirkiyê Hayrettin Kaldirimci de jî ji ber destekdayîna wî ji hewldana darbeyê ya 15`ê Tîrmeha 2016`an birî.

Hikumeta Tirk Fethullah Gulen bi rêxistinkirina hewldana derbeya têkçûyî ya 2016`an tawanbar dike. Fethullah Gulen jî van tawanan red dike û dibêje ku tu têkiliya xwe bi hewldana derbeyê re tune ye. Gulen gelek caran ji bo destpêkirina lêpirsîneke navdewletî der barê hewldana derbeyê li Tirkiyê de, bang kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din