Cewad Zarîf ji bo nîqaşkirina dosyayên çarenûsî li Moskovê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf û hempîşeyê wî Sergey Lavrov, wê îro li Moskovê rewşa herêmê û di nav de dosyaya Sûriyê, nîqaş dikin.

Vê sibehê wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf gihaşt Moskovê da ku rewşa herêmî û navneteweyî bi Sergey Lavrov re nîqaş bike.

Li gorî medyaya Îranê, tê payîn ku Zarîf û Lavrov li hev bicivin û rewşa Qerebaxê, peymana nukleerî, rewşa Sûriyê û Efganistnê, rewşa herêma Kendavê û gelek dozên din nîqaş bikin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kiribû ku di civîna dualî de, dê dosyayên çarenûsî yên dema niha bên nîqaşkirin.

(dx)


Mijarên Din