Çeteyên Tirkiyê şûnwarên li Efrînê didize û derbasî Tirkiyê dike

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Birc Ebdalo yê navçeya Şêrawa êrîşî şûnwarekê kir. Li gorî agahiyan gelek parçeyên dîrokî jê hatin dizîn û derbasî Tirkiyê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên ser şaristanî û dîroka herêma Efrînê ku dîroka wê vedigere bi hezaran salan, didomîne. Li gorî agahiyên ji navçeya Şêrawa ya Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê alavên kolandinê anîn da ku tepeyê (gir) şûnwar li gundê Birc Ebdalo talan bikin.

Gundê Birc Ebdalo ji gundên dîrokî û turîstîk e, tê de şikefta Dodriyê ya dîrokî û gelek avahiyên serdema Romayê hene.

Li gorî agahiyan gelek parçeyên dîrokî ji tepe hatine derxistin û ji Tirkiyê re hatine şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek tepe, di nav de yên Cindirês, Sendîka û Endarê, talan kirin û hîna binpêkirin li ser şûnwaran didomin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din