Çeteyên Tirkiyê êrîşî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê dikin

Tevî peymana agirbestê, lê çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên rojavayê bajarê Girê Spî û bakurê Eyn Îsayê dikin.

Tevî pêkanîna QSD’ê ya agirbestê, lê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di binpêkirina peymana agirbestê de berdewam in. Di vî warê de nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihand ku artêşa dewleta Tirk a  dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de êrîşî gundên Xirbet Bekir û Kor Hesen ên li rojavayê bajarê Girê Spî dikin.

Di heman demê de, çete êrîşî gundewarên bakurê navçeya Eyn Îsa dikin û balafir û topavêjên dewleta Tirk a dagirker gundewarên herêmê bombe û topbaran dikin.

Li hember van êrîşan, QSD’ê parastina rewa bi kar tîne û bersiva êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dide. Niha li wan her du herêman şer rû dide.

(fr)

ANHA


Mijarên Din