Çeteyên Tirkiyê êrişî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin hedef.

Navenda ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê girêdayî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê: "Çeteyên Mertala Firatê nuqteyên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi çekên giran dikin hedef, ji gundê El-Başilî ber bi gundê Um Edesê yê bakur rojavayê bajarê Minbicê. Her wiha Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersîva jêderên topbaranê da û şer li wir didome."

(şx)

ANHA


Mijarên Din