Çeteyên Tirkiyê li Helebê kalek qetil kir

Li Helebê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker girtin ser mala kalekî efrînî, piştî ew qetil kir û 37 hezar lîreyên sûrî ji mal dizîn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA‘yê çeteyên navê El-Hemzat li xwe dikin ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker girtin ser mala M.A yê 75 salî yê ji pêkhateyê Ereb ê Efrînê ye û ew xeniqandin heta mir. Çeteyan hevjîn û kurê wî yê astengdar girêdan û 37 hezar lîreyên sûrî ji mal dizîn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku bûyer di meha Tîrmehê de pêk hatiye, malbata mexdûr ji tirsa gefên çeteyan eşkere nekirin.

ANHA


Mijarên Din