Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 7 sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê 7 sivîl revandin, di nav de jin hene.

Çavkaniyan xwecihî dane zanîn ku çeteyên "Lîwa Semerqend" ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker duh li gundên Kefer Sefera û Goran ên navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê 7 sivîl revandin.

Li gorî çavkaniyan navên sivîlên hatine revandin wiha ne: Şiyar Xelo, Almaz Hec Ebdo, Hesen Eyûb û keça wî Emîna Eyûb, Egîd Mistefa Xelo, Murad Xelîl Murad, Murad Xelo. Çavkaniyan diyar kirin ku heta niha çarenûsa kesên hatine revandin ne diyar .

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku îstîxbarata Tirk û çeteyên wê ji roja yekşemê ve heta niha zêdeyî 40 kes ji herdu gundên navborî revandine.

ANHA


Mijarên Din