Çeteyên Tirkiyê jinek birîndar kirin

Çeteyên "Mertala Firatê" ya girêdayî dagirkeriya Tirk jinek dema di nava zeviyên xwe yên li gundê Kawkikê yê rojhilatê Babê dixebitî birîndar kir.

Binpêkirinên çeteyên dagirkeriya Tirk ên li ser xeta eniya Sacûrê ya di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk li rojavayê bajarê Minbicê de û gundewarên Babê yên rizgarkirî didomin.

Çeteyên "Mertala Firatê" ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên li aliyê gundê Olalşî piştî nîvro, jina bi navê Narîman a 26 salî gulebaran kirin.

Narîman dema di nava zeviyên xwe de yê li gundê Kawkilê yê gundewarê rojhilatê  Babê yê rizgarkirî dixebitî hate gulebaran kirin û birîndar kirin.

Gundiyan, Narîman rakirina nexweşxaneya Berkel a bajarê Minbicê. Li gorî bijîşkan Narîman bi du guleyan di serî û mil de birîndar bûye. Piştî gule hatin derxistin rewşa wî aram e.

Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku beriya 3 rojan jinek din jî di lingê wê de hate birîndarkirin.

ANHA


Mijarên Din