Çeteyên Tirkiyê fîdyeyan li şêniyan ferz dikin

Çeteyên artêşa dagirker a Tirk fîdyeyan li sivîlên kantona Efrînê ferz dikin.

Çeteyên  koma bi navê "Emşat" a girêdayî artêşa dagirker a Tirk li şêniyên gundên Xelîl û Alkana yên navçeya Şiyê fîdyeyan ferz dikin.

Li gor çavkaniyê ji hundirê Efrînê, çete li welatiyên bi navê Mistefa Ehmed Reşîd ê ji gundê Xelîl û Henan Şêxo yê ji gundê Alkana yên ji navçeya Şiyê fîdyeya bi nirxa 500 dolar bêyî tu sedeman ferz kir.

Çeteyan beriya bi çend mehan li heman şêniyan fîdye ferz kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya