Çeteyên Tirkiyê 2 gundên rojhilatê Xan Şêxûnê kontrol kirin

Komên çete yên li Idlibê gundê Silomiyê û Ebo Omer kontrol kirin û nêzî Şem El-Hewa ya li rojhilatê Xan Şêxûnê bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku şer bi dijwarî li derdora Silomiyê, Cedoyê, Til Mereq, Şem El-Hewa û Ebo Omer a li rojhilatê bajarê Xan Şêxûn li gundewarên rojhilatê Ildibê di navbera hêzên rejîmê û komên çete de didome û li heremê herî kêm 2 erebeyên bombebarkirî teqiyan.

Navenda Çavdêriyê destnîşan kir ku çeteyan dikaribû pêşve biçin û gundê Silomiyê û Ebo Omer kontrol kirin û ber bi Şem El-Hewa ve diçin. Her wiha bombebarana asmanî û bejahî di navbera her du aliyan de pêk tê.

Navendê kuştiyên her du aliyan belge kirin; di rojekê de 23 çete û 29 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Komên çete yên Tirkiyê îro sibehê dest bi êrîşekî giran ser cihên hêzên rejîmê li rojhilatê Xan Şêxûnê kir, hêzên rejîmê jî bersiv da.

Ev êrîş ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve di demekê de ku serokê Rûsyayê Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Erdogan li hev civiyane û rewşa Idlib û derdora wê nîqaş dikin, pêk hatin.

(jo)


Mijarên Din