Çeteyên Tirk kevirên goristanan hildikin û pê nuqteyên xwe çêdikin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî kevirên derdora mezelên goristanan hildikin û di avakirina nuqteyên xwe de bi kar tînin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber li ser gundewarên Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî berdewam dikin. Li kêleka êrişan nuqteyên çeteyan û baregehên leşkerên dewleta Tirk a dagirker tên avakirin.

Heya niha 33 nuqte û 5 baregehên leşkerî li gundewarên Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî hatine avakirin. Êrişên li ser sivîlan, ji van nuqte û baregehan pêk tên. Dagirkeran di nuqte û baregehan de gelek sewqiyatên leşkerî kirine. Derdora baregehan û derdora gundê di bin dagirkeriyê de çete satiran didin çêkirin.

Çete kevirên derdora mezelên goristanan ên di bin dagirkeriyê de, hildikin û di avakirina nuqteyan de bi kar tînin. Gundê Kefîfa yê girêdayî rojavayê Girê Spî yê di bin dagirkeriyê de, çeteyên dewleta Tirk ku di dîmenan de jî diyar dibe, kevirên derdora mezelên gund hildikin û bi wan keviran nuqteyan ava dikin.

ANHA


Mijarên Din