Çeteyên Tirk bi tehdîda kuştinê ew ji Efrînê derxistin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker malbateke efrînî ji mala wan dan koçberkirin, kurê wan ê biçûk revandin û li bermaberî fîdyayê serbest berdan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li Efrînê binpêkirinên li ser şêniyên resen ên herêmê berdewam dikin. Çeteyên Tirk bi hevkariya ajanên xwe ciwanê bi navê D.M ji şêniyên taxa Ziyêdiyê ya Efrînê girtin û birin cihek ne diyar.

 Piştî gelek hewldanên malbatê, çeteyan piştî êşkenceya hovane, ji bo serbestberdana wî ji malbatê hezar dolar xwestin.

Her wiha çeteyan malbata ciwanê bi navê D.M. bi derxistina ji Efrînê tehdîd kirin.

Malbata ku ji dê, bav û 3 zarokan pêk tê, niha li bajarê Helebê dimîne. Malbatê nexwest nasnameya xwe eşkere bike. Malbatê diyar kir ku çeteyan gotine wan eger ew ji mala xwe dernekevin wê wan bikujin. Malbat neçar ma ji Efrînê derkevin û berê xwe dan Helebê.

 (şx/bm)

ANHA


Mijarên Din