Çeteyên Tehrîr El-Şam venekişîn e

Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê agahiyên girêdayî vekişîna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El- Nusra) ji nuqteyên xwe yên li nêzî rêya Şam- Heleb a navdewltî û Heleb-Lazîqiye derewand û tekez kir ku teqwiyeyên leşkerî yên rejîma Sûriyê gihaştin derdora Helebê, ev jî nêzîkbûna hilweşandina agirbestê diyar dike.

Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra berê) ji nuqteyên xwe yên li nêzî rêya Şam –Heleb a navdewletî û Heleb-Lazîqiye li gorî lihevkirina di navbera Tirkiyê û Rûsya de venekişîne. Li gorî wê lihevkirinê agirbestek yekalî ji hêla Rûsyayê ve di herêmên “bêçek” de hate ragihandin.

Çavdêrgehê diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê teqwiyeyên leşkerî anîne nuqteyên xwe yên li derdora Heleb  ji aliyê rojava û başûrê rojava.

Girêdayî heman mijarê aramiyek li herêma “bêçek” heye. lê hin caran hêzên rejîma Sûriyê El-Rikeya û Hîş li rojhilatê başûrê gundewarê Idlibê dike hedef û frokeyên keşfê yên Rûsî li asîmana başûrê gundewarê Idlibê difirin. Heta vê kêliyê topbarana hawayî di çarçoveya agirbestê de ya ku ji sibeha Şemiyê 31`ê Tebaxê ve destpê kiriye, rawestiye. 

Beriya du rojan çavkaniyan gotegotên girêdayî nêzîkbûna helandina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra berê) û qaşo bi navê `Hikumeta El-Inqaz` a girêdayî wê piştî zextên Tirkiyê ragihandin. Ev zext li ser lihevkirinên nû bi Rûsya girêdayî Idlibê hatin. Ev lihevkirin di hevdîtina dawîn de di navbera serokê Rûsya Vladimir Putin û serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan de roja Sêşema borî pêk hat.

Çavkaniyan bi bîr xistin  ku piştî Rûsya rê da Eneqereyê ji bo ku El-Nusra bihelîne agirbest li Idlibê hate ragihandin. Ev yek ji bendên lihevkirina agirbestê ye.

Hêzên rêjîma Sûriyê beriya vê agirbestek binpê kirin û ji nû ve dest bi êrîşên xwe li derdora Idlibê kir. Rejîma Sûriyê Tirkiyê di bikaranîn amûrên xwe yên terorîst de li Idlibê tewanbar kir. Piştî wan êrîşan hêzên rejîma Sûriyê herêmên berfireh ji Xan Şêxûn û rêya navdewletî ya Heleb –Şamê kontrol kirin.

(şx)


Mijarên Din