Çeteyên Sûrî ji Reuters re: Tirkiyê çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li Azerbaycanê bicîh dike

Du çeteyên Sûrî gotin, Tirkiyê çeteyên "Artêşa Niştimanî a Sûriyê " dişîne Azerbaycanê da ku li dijî Ermenistanê şer bikin.

Du çeteyên Sûrî yên girêdayî komên li herêmên dagirkirî yên Bakurê Sûriyê yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin ji Reutresê re diyar kirin ku ew ê bi koordîneya Enqerayê biçin Azerbaycanê.

Çeteyekî Sûrî girêdayê koma "Ehrar El-Şam" got: "Min nedixwest biçim, lê pere bi min re tune ye û jiyane pir zehmet û xizanî ye."

Herdu çeteyan gotin ku fermandarên wan, wan agahdar kiriye ku dê mehane hezar û 500 dolarî bistînin. Ev mûçe ji bo welatiyên Sûrî li gel daketina nirxê lîreya Sûriyê pir e.

Çeteyekî din girêdayî koma "Ceyş El-Nuxba ya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" destnîşan kir ku li gorî jê re hatiye gotin dê derdora hezar Sûrî li Azerbaycanê werin belavkirin û hate xwestin ku navên wan neyên eşkerekirin.

Tirkiyê gelek caran daxuyand ku ew amadeye destekê bide Azerbaycanê ku têkiliyên xurt ên dîrokî û çand û projeyên hevpar de navbera wan de hene.

Girêdayî mijarê doplomatan ji AFP'ê re diyar kirin ku tê payîn ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî roja sêşemê bi mijara şerê li Qerebaxê civîneke awarte li dar bixe.

Çavkaniyan gotin, Almanya û Fransayê ji endamên din ên Konseya Ewropayê (Balcîka, Brîtanya û Estonyayê xwestin ku destekê bidin vê gavê.


Mijarên Din