Çeteyên li Efrînê: Yan beşdarî meşa piştgiriya Tirkiyê bibin an jî bertîlê bidin

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bi darê zorê welatiyan beşdarî meşên piştgiriya dagirkeriya Tirkiyê dikin. Welatiyên naxwazin tev li meşê bibin jî, yan bertîlê lê ferz dikin an jî çete gefan lê dixwin ku dê malên wan jê bistînin û bidin malbatên çeteyan ên ji Idlibê.

Duh çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şiyê ya girêdayî herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê ji bo piştgiriya dagirkirina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê re meşek li dar xist.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê şênî tev li meşê kirin.

Şêniyên navçeyê yên ku red kir beşdarî meşa piştgiriya hebûna Tirkiyê li ser xaka Sûriyê bibin, 500 dolar bertîl lê hat ferzkirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên El-Emşat bertîl li welatiyên bi navê Osman Hecî, Ismayîl Îbiş Elî û Hesen Kîlo yên ji şêniyên gundê Alkana û welatiyên bi navê Ehmed Hesen Mosako û Cemîl Mecîd Xelîl ên ji şêniyên gundê Xelîl ferz kirin.

Heman çavkaniyan got çeteyan gef li şêniyan xwarin ku heger pereyan nedin, ew ê wan ji malên wan derxin û şêniyên Idlibê li şûna wan bi cih bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din