Çeteyên li bakur rojavayê Til Temirê rojane bi hev dikevin

Ji beriya nêzî hefteyekê ve, li gundên navçeya Til Temirê şerên demkî yên bi çekên giran di navbera komên çete yên girêdayî artêşa Tirkiyê de rû didin. Çavkaniyekî destnîşan kir çete li ser parvekirina dizîn û talankirina milkên sivîlan bi hev dikevin.

Ji beriya nêzî hefteyekê ve rojane komên çete yên li gundên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê ya girêdayî katona Hesekê bi hev dikevin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku şerê di navbera çeteyan de li ser dabeşkirina milkên sivîlan ên hatine dizîn e.

Şer li gundên Qasimiyê û Rêhaniyê yên 5 km bakur rojavayê Til Temirê ku di bin serweriya çeteyên Sultan Murad û çeteyên Ceyş El-Îslam de ne rû dide. Her tim çete di saetên derengiya şevê de derdiekve. Şerê  herî dawî şeva din di saet derdorê yek û nîvê de ku bi dijwarî qewimîbû.

Di şerê çeteyan de çekên giran, bombeyên hawan û bombeyên RBC`ê tên bikaranîn û kuştî û birîndar ji her du aliyan çêdibin.

Li aliyekî din çavkaniyekî leşkerî di Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî  de ku li gundê Til Kêfcî yê rojavayê navçeya Til Temirê ye ragihand ku şerê di navbera çeteyan de ji ber nakokiyên wan li ser dizîn û dabeşkirina milkên sivîlan ên li wan gundên vala ne.

Çavkaniyê leşkerî ji ANHA`yê diyar kir ku çete ji beriya 4 rojan ve milkên sivîlên wan gundan didizin û dişînin nuqteyên xwe yên leşkerî yan depoyên xwe yên li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 5`ê vê Îlonê de komên çete erebeyeke bombebarkirî li nuqteyeke leşkerî ya girêdayî komeke din a çeteyan li gundê Rêhaniyê, teqand. Ev yek tê wateya ku nakokiyên di navbera çeteyan de zêde dibin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din