Çeteyên ku ji Tirkiyê destek digirin, li Dîlokê jin û zarokên Êzîdî difiroşin

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bin navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin; li ser tora înternetê dest bi bazarên koleyan kiriye, jin û zarokên keç difiroşin.

Careke din derket holê, malperên ku li Dîlok û Enqerê hatine avakirin ên bi navê “bazara kafirên bi cazîbe” de bi zorê jin û zarokên keç ên ku hatine revandin têne bazarkirin.

Bi qasî ku tê payîn di destê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de piranî jinên ÊzIdî yên 6 salî heta 70 salî bi nêzî 7 hezar jin hene.

Bi hezaran jin û zarok di bazar an jî li ser malperên înternetê tên firotin.

Hinek ji wan wek jina duyemîn, hinek ji wan jî weke xizmetkar hatin girtin. Bi piranî jin û zarokên keç bi dehan caran hatine tecawîzkirin.

Li gorî vegotinên jinên ji destê çeteyan reviyane, firotina wan di bazarên înterneta kûr (ango deep web) de pêk hatiye.

Ji derveyî vê jî di facebook û broşûrên firotinê yên ku hatine çapkirin de jî hatine reklamkirin.

Buhayên Jin û zarokên keç li gorî temen û taybetmendiyên wan ji hêla çeteyan ve tê diyarkirin.

Buhayên ku hatine diyarkirin, di navbera 5 heta 8 hezar dolarî de ne û li ser facebook reklamên weke “bangawazî ji bo birayên me yên dixwazin ji xwe re kole bistînin, buhayê vê koleyê 8 hezar dolar e” hene.

Dewleta Tirk a dagirker ji aliyekê ve êrişî rojava dike û ji aliyekî dîtir ve jî çavê xwe li ser bazarên firotinên keç û zarokan, digire.

Nûçeyên ku jinên ji Sûriyê li bazarên Dîlokê tên firotin, ne nû ne.

Di sala 2016’an de li Dîlokê di bin navê “ofîsa firotinê” de ji firotina jinên Êzîdî, ofîs hatibû vekirin.

Ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve li ser serdegirtina vê ofîsê de 370 hezar dolar, gelek pasaportên biyanî û veguhestina dolaran a di navbera Tirkiyê-Sûriyê de destnîşan dike ku 1768 rûpel makbûz hatibû peydakirin.

Der heqê 6 kesên ji Sûriyê yên ku jinên Êzîdî difroşin de doz hat vekirin.

Lê tevî ewqas sepandinan jî di hundirê 16 rojan de bi hinçeta “qasî tê xwestin îspat nîn in” hat gotin û dosya hate girtin û ew 6 kes jî serbest hatin berdan

Dîsa kanalên Almanyayê yên NDR û SWR, îşaret pê kir ku DAIŞ jinên Êzîdî yên ji Iraq û Sûriyê ku revandine li Dîlokê bi rêya malperên înternetê difroş e.

Zarok û jinên Êzîdî di derhola dîjîtal de wêneyên wan tên kişandin û “kole” ji bo firotinê derdixînin, kesê herî zêde pere bide “koleyê” distîne.

Derket holê ku malbatên Êzîdî ji bo zarokên xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin tevlî pêşkêşiya firotinê bûnê û bi vê rêyê 250 jin û zarokên di destê çeteyan de bi buhayê 2,5 milyon dane.

Sala bihorî jî li Enqereyê hat tespîtkirin ku dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, zaroka keç a Êzîdî hatiye firotin.

Bi rêya saziyên mirovî “bi navbeynkarên ewle” zarok ji rêxistinê hat girtin û ji dewleta Tirk wergirt û ew radestî malbata wê kirin.

ANHA


Mijarên Din