Çeteyên Enqere li Babê bi sedan darên zeytûnan şewitandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker zeviyên çandiniyê yên gundewarê rojhilatê Babê yên dagirkirî bi zanebûn dişewitînin û kesên ku hewl didin şewatê vemirînin, dikirin hedef.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di saetên nîvro de, firehiyek mezin a darên zeytûnan ên gundên Xalidiyê, Biwêhîc û Bûgaz ên rojavayê bajarê Babê yê dagirkirî şewitandin. Çeteyan bi gule û keçên giran û navîn zevî şewitandin.

Di encamê bi sedan darên zeytûnan ên gundên Biwêhîc û Bûgaz ên li xeta temas a di navbera çeteyan û Meclisa Leşkerî ya Babê de. Şewata li gundê Biwêhîc malên sivîlan da ber xwe.

Hêzên Ewlekriya Hûndirîn û şervanên Meclisa Leşkerî ya Babî berî dan cihê şewatê ta têmên agirkujiyê bighêje.

Çeteyan kesên ku nêzî şewatê bibe dikir hedef.

Herî dawî tîmên agirkujiyê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya şêniyian agir vemirandin.

Ev cara duyemîn e ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bax û baxçeyên xelkên gundên Babê ya dagirkirî dişewitînin.

ANHA


Mijarên Din