Çeteyên El-Hemzat jinên ku revandibûn, vedigerînin girtîgehên xwe

Li Efrînê koma çeteyan a bi navê Polîsên Leşkerî tê naskirin, jinên revandî radestî çeteyên El-Hemzat yên li herêma Basûtê kirin.

Hin çavkaniyên ji bajarê Efrînê diyar kir ku koma çete ya bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ a girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Efrînê jinên ku ji hêla çeteyên El-Hemzat ve hatibûn revandin, dîsa radestî wan kirin

28`ê Gulanê di navbera çeteyên dewleta Tirk û El-Hemzat de şer derket û di girtîgehên koma El-Hemzat de jinên revandî yên ji Efrînê hatin dîtin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku di navbera çeteyên li Efrînê de şer berdewam e.

ANHA


Mijarên Din