Çeteyên dewleta Tirkiyê careke din zeviyên çandiniyê kirin hedef

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker careke din gundên rojavayê kantona Kobanê kirin hedef da ku dexl û danên şêniyan bişewitînin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji bajarê Cerablusê ku dagirkirine, gundê Boraz ê dikeve rojavayê Kobanê topbaran kir.

Hate diyarkirin ku top li zeviyên genim ketin, di encamê de ziyanên mezin çênebûn.

Duh, yekşmê jî çeteyan gundên Hec Îsmaîl, Keteş, Mişko û Bender ên rojavayê Kobanê danbûn ber topan.

ANHA


Mijarên Din