​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk êrişî gundên Minbicê dikin- Hate Nûkirin

Çeteyên koma "Mertala Firatê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên rojavayê Minbicê topbaran dikin û hewl dan derbasî gundan bibin. Di encamê de ziyanên madî gihaştin gelek malan û 5 leşkerên artêşa rejîma Sûriyê birîndar bûn.

Buroya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin diyarkirin: "Çeteyên Mertala Firatê yên li gundê Yaşlî yê bakurê rojavayê Minbicê bi cih bûne, gundên Dendeniya, Um Edesa, Farat, Um Celûd, Eseliya û Seyada yên bakurê rojavayê Minbicê ku sivîl tê de hene kir hedef. Ji ber topbaranê de ziyan gihaştin malên sivîlan û hin şênî ji gundan ber bi bajêr ve koçber bûn."

Buroyê ragihandin ku çeteyan hewl dan bi dizî derbasî gundên navborî bibin ku hêzên rejîma Sûriyê lê bi cih bûne. Li ser vê yekê di navbera çeteyan û hêzên rejîmê de şer rû da, di encamê de 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn, 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

ANHA

 


Mijarên Din