Çeteyên dewleta Tirk li Helebê komkujiyeke pêk anîn: 8 sivîl hatin qetilkirin

Di topbarana çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li dijî taxên Helebê de herî kêm 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.

Ji çend saetan ve topbaranek pevguhêr a di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de rû dide. Topbarana herî zêde li ser xetên rojavayê bajêr in.  Çete di topbaranê de moşekên fîl û cehenem bi kar tînin.

Çavkaniyan ragihand ku çeteyan Projeya 300 a li taxa Hemdaniye, Sikrî tevî Cemiyet El-Zehra û Kolana Nîl topbaran kirine. Di encama topbaran li ser sûka taxa Sikrî de komkujiyek pêk hatiye, 8 sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve hêzên rejîma Sûriyê ji baregehên xwe yên Miheleb û deredora herêma Şêx Necar bajarokên Mensûre, Hirêtan û taxa Raşidîn ên bakurê gundewarê Helebê ku di bin kontrola çeteyan de ye bi moşekên erd-erd û topavêjan topbaran kirin.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kirin ku rejîma Sûriyê hêzên xwe li xeta Leyremûn û Cemiyet El-Zehra zêde kirin ji bo ku nuqteyên xwe asê bike yan jî amadekariya hemleyekê bike.

Topbaran hê jî didome berdewam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din