Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê gelek darên zeytûnê qut kirin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gelek darên zeytûnê yên li navçeya Şiyê qut kirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sûcên xwe didomînin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî ji hundirê navçeya Şiyê, çeteyên bi navê Lîwa Weqas di 27’ê Îlonê de 100 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mihemed Silêman Îbrahîm ê ji gundê Hêkêçê qut kirin.

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk darên bermedar ên li Efrîna dagirkirî, bi taybet darên zeytûnê, qut dikin da ku bazirganiyê pê bikin û bifiroşin. Li gorî agahiyên berê bi tonan êzing derbasî Tirkiyê dibin û li sûkan tên firotin.

2 SIVÎL REVANDIN

Di heman demê de sûcên revandina sivîlan bi daxwaza fîdyeyan ji malbatên wan û serbestberdana wan didomin. Li gorî çavkaniyên ji navçeya Mabeta çeteyên El-Emşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirekr di 26’ê Îlonê de 2 sivîl ji gundê Şîtka revandin.

Navên kesên revandî wiha ne; Kemal Mihemed Hemîd Zêno (40) û Welîd Mihemed Zêno (35). Her wiha li hember serbestberdanê çeteyan 150 hezar lîreyên Sûriyê xwest.

(fr)

ANHA


Mijarên Din